The Seventh Seal: Li Pey Wateya Jîyanê
Nivîs: Mela Mihyedîn
The Seventh Seal (Mohra Hefta) di sala 1957an de derketîye pêşberî temaşevanên sînemayê. Ingmar Bergman bi şêweza xwe ya klasîk jîyan û zihnê temaşevanên xwe ronî dike. Fîlm li ser Şovalye û rêwîtîya wî ya jîyanê disekine.
Antonius Block û çekadarê wî Jons ji şerê misilmanan tên. Ev şer di dîroka misilmanan de bi navê Şerê Xaçperestan derbas dibe. Ev şer ji bo bi dest xistine bajarê Qudsê (Xaka Pîroz) destpêkirîye. Antonius Block û Jons ji bo jîyanek bi rûmet, watedar û ji bo xizmeta Xweda berê xwe dane şer. 10 salan di nav şerê misilmanan de mane hem kuştine û hem jî têra xwe leqayî mirinê hatine.
Piştî hewqas salên şerî berê xwe cardin didin welatê xwe. Ji bo rehetîya can û rehetîya zihn tên welat lê li welat jî mirin heye û diçin ku derê mirin jî li pey wan tê. Li welatê wan Veba dest pê kirîye û her roj bi hezaran mirov dimirin. Kesek li mirîyan xwedî dernakeve; ne xwedîyê wan û ne jî alimên dîn. Mirovên mirî bi laşên xwe yî sar li erda sar dimînin.
Rojekê Antonius Block û çekadarê wî Jons li kêleka deryayê bêhna xwe vedidin. Di wê kêlîkê de Block jîyana xwe û wateya jîyana xwe difikire. Li ser mirinê kûr dibe û bangî Xweda dike. Banga wî bê bersiv dimîne. Lewma dilê wî rehet nabe û bêhtir xembar dibe û bêhtir difikire.
Block dikeve fikaran hew dibîne mirin hatîye li tenişta wî sekînîye. Vê yekê neheqîyek mezin dibîne leheng. Hewqas sal di xizmeta Xweda de li welatê xerîb şer bike û di vegerê de li welat jî leqayî nexweşî û mirinê rast were. Ev yek pir li zora wî diçe û li ser jîyana xwe û wateya wê dikeve fikarên kûr.
Block ji bo hinek wext bi dest bixe mirinê vedixwîne lîstika kişikê. Mirin vê pêşwazîyê qebûl dike û di navbera wan de lîstik dest pê dike. Heger leheng bi ser bikeve wê ji mirinê bifilite û heger mirin bi ser bikeve leheng wê xwe teslîmî mirinê bike. Heta lîstik biqede jî mirin wê têkilî leheng nebe.
Jîyan bi wate xweş e. Jîyana bê wate wek girara bê xwê ye û tu tamê nade mirovan. Ne hatina me ya vê dinê eşkere ye û ne jî çûyîna me lewma wate ji bo me girîng e. Block wateya jîyana xwe difikire lê di jîyana xwe leqayî wateyê nayê. Hemû xebatên ji bo wateyê bû û şerê ku dikir jî ji bo wateya jîyanê bû. Lê mirin li kêleka wî ye lê wateya jîyanê ji wî gelek dûr e. Ji hinek wext bi dest bixe û li ser jîyana xwe bifikirê bi mirinê re hem sohbet dike û hem digere. Belkî jî dixwaze di vî wextê xwe yê kin de wate û rengekî xweş li jîyana xwe zêde bike.
Mirin di jîyana mirovan de herdem heye lê em mirovên reben vê yek dixwazin timî jibîr bikin û li ser mirinê qet nafikirin. Lê dîsa jî mirin rûyê xwe yê sar û cemidî timî nîşanî me dide, dîsa jî em li ser nafikirin. Belkî ji ber vê yekê gelek mirov bi fikir jîyana xwe didomînin. Fikir rastîyê tîne ber çavan û keyfa mirovan xira dike.
Ji bo jîyanek baş û xweş wate pêwîst e. Heger wate nebe mirin derdikeve û jîyan diherime. Lewma di her kar û barî de mirov dixwazin jîyana xwe bi wate bikin. Li gel mirinê û jîyana bê wate mirov timî li wateyê digerin û bi vê sayê li ser pîyan dimînin û pêş diçin.
Lînka fragmana fîlmê ya bi Kurdî:
*Hûn dikarin fîlmê “The Seventh Seal” (Mora Heftemîn) bi Kurdî, weke binnivîs/jêrnivîs li malpera https://tirsik.net/film/index.php?cawalehato= temaşe bikin.
Block ji bo wateya jîyana xwe bibîne û dilê xwe rehet bike li ser qaîdeyên rûniştî dikeve fikira. Li ser fikrên di civakê rûniştî û ji xwe re cih çêkirî dikeve şerê yek alî. Pêşî li ser dîn û Xweda disekine û li ser wan difikire. Block dixwaze rastîya Xweda fêr bibe. Naxwaze wateya Xweda tunnebike û wî wekî Nietzche bide kuştin. Heta niha hemû emrê xwe di rêya dîn û Xweda de derbas kiribû û niha jî wan li hemberî xwe dibîne û dikeve pey bersivên di hişê xwe de. Gelo çima Xweda xwe bi aşîkar nîşanî mirovan nade? Gelo çima hevqas xirabî li dinê heye û Xweda ti tiştî nake û hema temaşe dike? Li ser mirinê kûr difikire lê leqayî encamekê nabe.
Di rêwîtîyekê de leqayî keçek ciwan tên. Bi îddîaya bi şeytan re têkilî danîye dê wê bişewitînin. Di çavên keçikê de li şeytan digere ji bo pirsên di derbarê Xweda jê bipirse lê ji bilî valahîyek vikîva la ti tiştî nabîne. Piştî van bûyeran û van pirsan pirsên nû di hişê wî de zîl didin. Heger Xweda û dînya din nebe wateya jîyanê çi ye?
Di rêwîtîyê de Block rastî gelek mirovan tê, mirovên sextekar, mirovên bê rû, mirovan şepirze, dizên mirîyan dişelînin û mirîyên li ser pîyan.
Di rêwîtîyê de ya dilê Block xweş dike malbatek şanoger e. Ev malabata şanoger bajar bi bajar digerin û hunera xwe îcra dikin. Têkilî û hezkirina di nava malbatê de gîyanê lehengê me rehet dike. Qederekê Block bi wan re hevaltî dike. Şano û huner ji bo watebûna jîyanê derketine meydanê. Lê bergman wekî Melayê Cizîrî bal dikşîne ku ya wateyê dide jîyanê hezkirin bi xwe ye.
Block çi dike nikare di kişikê de zora mirina bibe û mirin bi ser dikeve. Mirin wî îkaz dike wê ne tenê canê wî wê yên derdora wî jî bistîne. Ji bo şovalye mirin êdî hewqasî zehmet nîne û jê natirse. Block naxwaze malabata şanoger bi wî re bimire lewma mirinê mijûl dike. Di wê kêlîkê de malbat direve û diçe. Dilê Block rehet dibe û bi saya vê qencîyê jîyana xwe ya bê wate watedar dike û bi dilekî rehet xwe teslîmî mirinê dike.
*Ev nivîs cara yekem di hejmara çarem a kovara “Sînemaya Serbixwe” de hate weşandin. – Berfanbar (2020)
KUNYE | |
Derhêner: | Ingmar Bergman |
IMDB: | 8.2 |
Wext: | 96 Deqîqe |
Sal: | 1957 |
Welat: | Swêd |
Senaryo: | Ingmar Bergman |
Ziman: | Swêdî û Latînî |
Lîstikvan: | Max von Sydow, Bibi Andersson, Bengt Ekerot… |
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com