Thom Yorke ji bo fîlmê “Motherless Brooklyn” beste çêkir

Muzîkvanê navdar Thom Yorke ji bo fîlmê “Motherless Brooklyn” yê derhêner Edward Nortonî beste çêkir û strana nû li ser Youtube hate weşandin.

Derhêner û lîstikvan Edward Norton herî dawî di sala 2000’ê fîlmê “Keeping the Faith”ê kişandibû û derhênerê biserketî piştî 19 salan ji nû ve fîlmeke kişand. Muzîkvan Thom Yorke digel muzîkvanê koma Red Hot Chili Peppersê re ji bo fîlmê “Motherless Brooklyn” yê Edward Nortonê besteyek amedekirin û strana nû ya bi navê “Daily Battles” li ser hesabê WaterTower Musicê û Youtubeê hate weşandin. Guhertoya (varyant) Cazê ya strana Daily Battlesê jî ji aliyê Wynton Marsalisê ve hatiye amedekirin.

Çîroka fîlmê “Motherless Brooklyn”ê ji romana Jonathan Lethemê ji bo sînemayê lê hatiye anîn û di fîlmê de lîstikvanên wekî Alec Baldwin, Bruce Willis, Willem Dafoe, Gugu Mbatha-Raw, Bobby Cannavale, Cherry Jones lîstine û mijara wê li New Yorka Amerîkayê di salên 1950’an de derbas dibe û qala kuştina zilamekî bi navê Frank Minna û lêgeran û hewlên dost û mamosteyê wî yê Lionel Essrogî dike.

Fîlmê “Motherless Brooklyn” li ser cîhanê cara yekem dê di bernameya 44’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê de weke fîlmê dawî bê nîşandayîn.

Çavkanî: The Playlist

Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: