“Thor: Love and Thunder” li DYAyê bû yekemîn
Daneyên gîşe yên dawiya hefteyê yên Amerîkayê diyar bûn û li gorî agahîyên vîzyonê, fîlmê derhêner Taika Waititi yê “Thor: Love and Thunder” di navbera 15-17ê mehê de jî li vîzyonê bû yekemîn.
Fîlm, di hefteya duyem de li sînemayan 46 milyon dolar bi dest xist û li seranserê cîhanê 233 milyon dolar qezenc kir. Taika Waititi derhênerekî Zelandaya Nû ye û bi gelek fîlmên xwe ve tê naskirin.
Daneyên Hefteya Dawî ya DYAyê (Amerîkayê) Lîsteya Top 5:
- Thor: Love and Thunder | 46 milyon dolar
- Minions: The Rise of Gru | 26 milyon dolar
- Where the Crawdads Sing | 17 milyon dolar
- Top Gun: Maverick | 12 milyon dolar
- Elvis | 7.6 milyon dolar
Çavkanî: Sinefesto
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com