“Titanic” ji nû ve dikeve vîzyonê
Fîlmê “Titanic” ji aliyê James Cameron ve hate kişandin û di sala 1997ê de ketibû vîzyonê. “Titanic” di 25 saliya xwe de bi kalîteya 4K, HDR û 3Dyê ji nû ve dikeve vîzyonê.
Lîstikvanên navdar ên sînemayê Leonardo DiCaprio û Kate Winslet di “Titanic” (1997) de weke serlîstikvan cih girtibûn û fîlm, li seranserê cîhanê bi tevahî 2 milyar û 200 milyon dolar bi dest xistibû. Hate ragihandin ku fîlmê klasîk dê di 10ê Reşemîyê de ji nû ve bikeve vîzyonê. Fîlm, ji Xelatên Akademîyê di 10 beşan de xelat girtibû û piştî gelek salan di 2012ê de bi kalîteya 3Dyê derketibû li pêşberî temaşevanên sînemayê.
“Titanic” weke yek ji fîlmên herî serketî yên dîroka sînemayê tê qebûlkirin û senaryoya fîlmê jî James Cameron bi xwe nivîsîye.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com