Todd Phillips dest bi kêşana fîlmê “Joker: Folie à Deux” kir

Derhênerê navdar Todd Phillips dest bi kêşana fîlmê “Joker: Folie à Deux” kir û ji fîlmê wêneya yekem hate weşandin ku têde Joaquin Phoenix dê ji nû ve bi rola “Joker” cih bigire.

Todd Phillips ji seta fîlmê “Joker: Folie à Deux”ê wêneyeke parve kir û got “Roja yekem. Kure me”.

Fîlmê “Joker” di sala 2019ê de derketibû li pêşberî sînemahezan û li seranserê cîhanê eleqeyeke baş dîtibû. Fîlmê duyem ê “Joker”ê bi awayekî muzîkî û bi pargîdanîya DC Comicsê ve tê kişandin ku têde Lady Gaga, Catherine Keener, Brendan Gleeson û Zazie Beetz jî dilîzin. Senaryoya fîlmê Todd Phillips û Scott Silver bi hev re nivîsîne.

Çîroka fîlmê Joker: Folie à Deuxê hêj nehatiye eşkerekirin û tê plankirin ku dê di 4ê Cotmeha sala 2024ê de bikeve vîzyonê.

Deadline

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: