“Top Gun: Maverick” li vîzyonê 1.006 milyar dolar bi dest xist
Fîlmê “Top Gun: Maverick” ku yek ji fîlmên herî balkêş ên sala 2022yê ye û di hefteya dawî ya meha Gulanê de ket vîzyonê. Fîlm, li salonên sînemayê yên DYAyê (Amerîka) û li gîşeyên giloverî bû yekemîn û herî zêde hate temaşekirin. Hate ragihandin, fîlmê derhêner Joseph Kosinskîyî li gişeyê 1.006 milyar dolar qezenc kir.
Fîlmê nû li sînemayan ji fîlmê “Doctor Strange in the Multiverse of Madness”ê (943 milyon dolar) bêtir hate temaşekirin. “Top Gun: Maverick” , li sînemayên Çîn û Rûsyayê hêj neket vîzyonê.
“Top Gun” cara yekem di sala 1986ê de hatibû kişandin û fîlmê dewamê yê bi navê “Top Gun: Maverick” (2022) jî li gişeyên seranserê cîhanê bi giştî 1.006 milyar dolar bi dest xist. Fîlmê “Top Gun: Maverick” ji aliyê derhêner Joseph Kosinski ve hatî kişandin û senaryoya fîlmê jî Christopher McQuarrie, Peter Craig, Justin Marks, Jim Cash, Jack Epps Jr. bi hevre nivîsandine.
Çavkanî: Variety
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com