Vê hefteyê 8 fîlmên nû ketin vîzyonê
Di hefteya dawiya meha Mijdarê (Sermawez) de li salonên sînemayan 8 fîlm ketin vîzyonê. Di nav fîlmên vîzyonê de, vê hefteyê fîlmên; “Kuçuk Şeyler”, “Monos” û “Midway” derdikevin pêş.
Fîlmê “Kuçuk Şeyler” ku ji aliyê Kivanç Sezer ve hatiye kişandin, li dû rêwîtiya festîvalên fîlman, di hefteya nû de, 97 salonên sînemayê yên 23 bajaran ket vîzyonê. “Kuçuk Seyler” qala jiyanên jin û merek dike û bûyerên ku piştî bêkariyê hatine qewimîn, nîşan dide. Fîlm cara yekem li Festîvala Fîlman a Karlovy Varyê hat nîşandan û li çarçoveya bernameyên Festîvala Fîlman a Montenegroyê, Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê û Festîvala Fîlman a Malatyayê û Festîvala Fîlman a Sûç û Cezayê hate nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Derhênerê biserketî Kivanç Sezer bi fîlmê xwe yê “Baskên Bavê Min” ku qala jiyan û malbatên karkerên avahî ve dike, tê naskirin û di gelek festîvalên fîlman xelat girtin.
Yek ji fîlmên ku di vê hefteyê de derdikeve pêş “Monos”, qala komek zarokên leşker ên li ciyekî bilind perwerdehiya xwe didomînin û bijîşkeke bi navê Sara Wilson kirine dîl, dike. Piştî demekê baweriya wan bi hevûdu diguhere. Fîlmê duyemîn ê Alejandro Landesî “Monos”, li Festîvala Fîlman a Sundanceê Xelata Juriya Taybet girt û li Berlinaleê gelek hate ecibandin. Monos, bi atmosfer û muzîkên bandorker û sêwirandina dengan fîlmekî balkêş e.
Dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn e û piştî êrîşa Pearl Harborê li Girava Midwayê di navbera dewletên DYA û Japonyayê de şer diqewime. Fîlmê nû yê derhêner Roland Emmerich “Midway” qala çîrok û bûyerên ku li Eniya Pasîfîkê qewimîne, dike.
Fîlmên vê hefteyê:
“Monos” / Derhêner: Alejandro Landes û Senaryo:Alexis Dos Santos, Alejandro Landes
“Kuçuk Şeyler” / Derhêner û Senaryo: Kivanç Sezer
“Midway” / Derhêner: Roland Emmerich û Senaryo: Wes Tooke
“Last Christmas” / Derhêner: Paul Feig û Senaryo: Emma Thompson, Bryony Kimmings
“Dîlsîz” / Derhêner: Mûrat Pay û Senaryo:Selman Kiliçaslan, Mûrat Pay
“Charlie’s Angels” / Derhêner û Senaryo: Elizabeth Banks
“Hemen Donerîz” / “Haydar İşik” û Senaryo: Aytug Topaloglû, Salîm Înan
“Echoes of Fear” / Derhêner: Brian Avenet-Bradley, Laurence Avenet-Bradley û Senaryo: Brian Avenet-Bradley
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com