Vê hefteyê li vîzyonê: ‘Okul Traşi’, ‘Memory’, ‘Synchronic’ derdikevin pêş
Nûçe: Diyarname
Vê hefteyê 4 jê ji derveyî Tirkiyeyê 3 ji Tirkiyeyê 7 fîlm ketine vîzyonê. Ji yên derve em “Memory” û Synchronic” derdixin pêş. Û helbet fîlmê derhêner Ferîd Karahan “Okul Traşi” ji bo vê hefteyê em pêşniyar dikin.
“Okul Traşi”
Fîlmê “Okul Tıraşı” par li gelek festîvalan hat nîşandayîn. Li Antalyayê Xelata Fîlm, Senoryo, Vesazkirin û Lîstikvanê (Ekin Koç) Herî Serketî girt. Fîlm li Enqereyê jî Xelata Vesazkirina Herî Serketî û Lîstikvanê Herî Serketî girtibû. Fîlmê derhêner Ferît Karahan ku li Tirkiye, Rusya, Îran û li gelek welatên din beşdarî festîvalan bû niha li Tirkiyeyê ket vîzyonê.
Fîlm çîroka zarokên kurd ên li dibistanên leylî dimînin pêşkêş dike. Yusuf dixwaze hevalê xwe yê nexweş ketiye bibe nexweşxaneyê lê pêşî burokrasiya rêveberiya dibistanê, paşê jî rewşa dijwar a xwezayê dibe asteng. Di nav vê zehmetiyê bûyerên din jî diqewimin.
Di fîlmê Karahan de Ekin Koç, Mahir İpek, Cansu Firinci û Melih Selçuk dilîzin.
‘Memoy’
“Memory” fîlmê derhêner Martin Campbell û bi navê “Geşmişe Dönüş” xistine vîzyonê. Di fîlm de Liam Neeson, Guy Pearce, Monica Bellucci û Josh Taylor dilîzin.
Aleks Lewis kujerekî ye û bi pereyan karê sûîkastê dike. Aleksê li El Paso ya Teksasê dijî tam di dema ku dixwaze malnişîn bibe de bi bîranîneke xwe re rû bi rû dibe: Têkiliyeke wî ya berê peyreke nû dide. Lê ev karê dawî ne li gor peymana wan dertê û berê wî ber bi operasyoneke veşarî ya FBI tê ku di bin rêberiya Vincent Serra de ye.
“Synchronic”
Fîlmê “Synchronic” (Senkronîk) çÎroka du tenduristkarên bi navê Steve û Dennis ku li New Orleansê dijîn pêşkêş dike.
Rojek banga alîkariyê ji bo van her du hevalan tê. Ew diçin. Mirina kesê diçin cem wekî ku ji tilyakê be dixuye lê mirî bi şûreke gelek kevn hatiye kuştin, ku ev yek serê wan tevlihev dike. Tekane delîl dermanekî bi navê Synchronic e.
Fîlmê ku Justin Benson û Aaron Moorhead derhêneriya wî kiriye, Jamie Dornan, Anthony Mackie, Katie Aselton û Ally Ioannides dilîzin.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
– Memory / Derhêner Martin Campbell
– X / Derhêner Ti West
– Synchronic / Derhêner Justin Benson, Aaron Moorhead
– Pil’s Adventures / Derhêner Julien Fournet / Anîmasyon
– Okul Tiraşi / Derhêner Ferit Karahan
– Son Seans MTTH / Derhêner Gokhan Murat Toktamişoglu
– 41 Kere Maşallah / Derhêner Ahmet Kapucu
Çavkanî: Diyarname
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com