Vê hefteyê li vîzyonê; ‘Unclenching the Fists’, ‘Elvis’ derdikevin pêş

Li gor hefteyên din vê hefteyê hindiktir fîlm ketine vîzyonê, lê yên ku balê dikişînin hene. Ji van em diduyan derdixin pêş, “Elvis” û “Unclenching the Fists”. Ji 5 fîlmê ketine vîzyonê didu ji Tirkiyeyê ne.

“Elvis”

Fîlmê bi navê “Elvis” li ser jiyana stranbêj Elvis Presley hatiye kişandin. Fîlm berê xwe didin 20 salên Presley ku dema navdarbûna wî, têkiliyên wî. Bandora Priscilla Presley a li ser Presley jî di fîlm de cih digire.

Fîlm ji aliyê derhêner Baz Luhrmann ve hatiye kişandin ku vî derhênerî fîlmên tên zanîn ên wekî “Romeo+Juliet”, “Gatsby ê Mikemel” kişandibûn.

Di fîlm de Austin Butler, Tom Hanks, Helen Thomson û Richard Roxburgh dilîzin. Fîlm dê bala hezkiriyên Elvis Presley bikişîne.

“Unclenching the Fists”

Fîlmê Unclenching the Fists ji aliyê derhêner Kira  Kovalenko ve hatiye kişandin. Di fîlm de Milana Aguzarova, Alik Karaev, Soslan Khugaev, Khetag Bibilov û Arsen Khetagurov dilîzin.

Fîlmê niha bi navê “Yumruklari Gevşetmek” xistine vîzyonê li Festîvala Fîlman a Cannesê hatibû nîşandayîn û xelat girtibû.

Fîlm li Osetyaya Bakur li navçeyeke derbas dibe. Keçikek ji malbata xwe hez dike lê bi qasî ku hez dike ew qasî jî dixwaze ji wan veqete û ji serdestiya wan bifilite. Fîlm çîroka keçikeke ciwan pêşkêş dike.

Va ne fîlmên vê hefteyê:

– The Black Phone / Derhêner Scott Derrickson

– Unclenching the Fists / Derhêner Kira Kovalenko

– Elvis / Derhêner Baz Luhrmann

– Crazy Birds / Derhêner James Snider / Anîmasyon

– Gizemli Koy / Derhêner Okan Ege Erguven

– Sunnet ÇOcugu / Derhêner Aydemir Akbaş, Bulent Pelit

Çavkanî: Diyarname

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir