“Vox Lux”,”Systemsprenger” û fîlmên din
Di hefteya dawiya meha Gelawêjê de li salonên sînemayan yek ji van anîmasyon, 8 fîlm ketin vîzyonê.
Di fîlmên vê hefteyê de; fîlmê “Vox Lux” ku li ser mijara çanda popûlerê û bandorên wê disekine û fîlmê “Systemsprenger” ku qala zarokeke piçûk dike ku li cem malbatên hêvişîner û saziya xizmetên civakî dimîne û çîroka wê nîşan dide, û anîmasyonê “Abominable” rêwîtiya ber bi çiyayê Everestê û rûyê serpêhatiyek dijwar tîne li ber perdeya sînemayê, fîlmê “The Goldfinch” ku behsa bûyereke trajîk dike û li ser kirûyên şîn, hesta tawandarî û wijdanê disekine, derdikevin pêş.
Fîlmê “Vox Lux” di bernameya Festîvala Fîlman a Venedîkê de hatibû nîşandan û ji bo Xelata Şêrê Zerîn ketibû pêşbazîyê. Fîlmê “Systemsprenger” di Festîvala Fîlman a Berlînê de Xelata Alfred Bauerê wergirt.
Fîlmên vê hefteyê:
“Vox Lux” / Derhêner û Senaryo: Brady Corbet
“Systemsprenger” / Derhêner û Senaryo: Nora Fingscheidt
“Abominable” / Derhêner û Senaryo: Jill Culton
“The Goldfinch” / John Crowley û Senaryo: Peter Straughan (Ji Romana Donna Tartt’ê)
“Fırıncının Karısı” / Derhêner: Murat Onbul û
Senaryo: Murat Taşkent
“Red Spring” / Derhêner û Senaryo: Jeff Sinasac
“Sir-Ayet 2″/ Derhêner: Kayhan Başoglu
û Senaryo: Alper Kivilcim, Ozgur Bakar, Koray Yeltekîn
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com