“Weird: The Al Yankovic Story”: Çîroka jiyana Weird Al Yankovîcî
“Weird: The Al Yankovic Story” ji aliyê derhêner Eric Appel ve kişandin li ser çîroka jiyana hunermendê Weird Al Yankovicî disekine. Ji fîlmê fragmaneke dirêj li ser Youtubeê hate weşandin ku tê de lîstikvanê navdar ê sînemayê Daniel Radcliffe bi rola Weird Al Yankovicî cih digire. Senaryoya fîlmê Appel û Weird Al Yankovic bi hev re nivîsandine.
Fîlmê “Weird: The Al Yankovic Story” çîroka hunermendê muzîkê yê navdar Weird Al Yankovîcî û atmosfera salên 80an tîne li perdeya sînemayê. Hunermend û bernamekarê televîzyonê yê Amerîkayî Weird Al Yankovîc bi eslê xwe sirb e, li cîhanê bi berhemên xwe yên wekî; Eat It û Like a Surgeon tê naskirin û 5 caran Xelatên Grammyê girtine.
Fîlm, bi cureyên muzîkal, jînenîgarî û komedî ve hatiye kişandin ku ji zarokatîya hunermendê destpê dike û demên navdarbûna wî nîşan dide. Weird Al Yankovîc û hunermenda muzîkê Madonna hev nas dikin û bi hunermendê muzîkê Michael Jackson re dixebite.
Lîstikvanên wekî; Daniel Radcliffe, Evan Rachel Wood, Rainn Wilson, Julianne Nicholson, Toby Huss, James Preston Rogers di fîlmê de lîstine. Serlîstikvanê fîlmê Daniel Radcliffe li seranserê dinyayê bi fîlmên rêzeya Harry Potter, Guns Akimbo, Swiss Army Man û Lost in London ve tê naskirin.
Hate ragihandin ku fîlm dê di 4ê meha Mijdara 2022yê de li ser platforma The Roku Channelê derbikeve li pêşbêrî sînemehezan. Di meha Gulanê de ji fîlmê vîdyoya danasînê ya yekem hatibû weşandin.
Çavkanî: IMDb
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com