Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com
“Wergerandina Ulyssesê” wê li çar bajaran bê nîşandayîn
Belgefîlmê nivîskarên sînemayê Aylîn Kuryel û Firat Yucelî yê “Wergerandina Ulyssesê” (Translating Ulysses) jî dê di 10ê Tîrmehê de li çarçoveya bernameya berhevoka belgefîlman a 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê (Li Qada Festîvalê ya Karaçay-Tomruksuyu, Antakyaya Hatayê), di 20ê mehê de li Nîşandanên Servekirî yên BU(S)Kê ya Zanîngeha Bogazîçîyê (Li Qada Başûr), di navbera 27-29ê mehê de li beşa Pêşbirka Navneteweyî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya UBAyê (Buenos Aires, Arjantîn) û wê di navbera dîrokê 31ê Gelawêjê-3yê meha Îlonê de li beşa Pêşbirka Neteweyî ya Festîvala Fîlman a St. Moritz Artê (Swîsre) bê nîşandayîn.
Bo yên lê temaşe nekirî! Vê havînê 'Wergerandina Ulyssesê' dê li çendîn bajaran were ser perdeyê!
İzlememiş olanlara! 'Ulysses Çevirmek', bu yaz birkaç şehirde gösterilecek! @aylinkuryel @firatyucel pic.twitter.com/GgkA8qu3aY
— Kawa Nemir (@KawaNemir1) July 8, 2023
“Wergerandina Ulyssesê” li ser pêvajoya wergerandina ‘Ulysess’ê disekine. Belgefîlm, heta niha li 38emîn Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Munchenê, 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê, li Dublin UNESCOyê, li navenda Sînematekê/Mala Sînemayê ya Şaredarîya Kadikoyê ya Stenbolê hate nîşandayîn û li Festîvala Fîlman a Bloomsdayê li Dublîna Îrlandayê xelata ‘Fîlmê Herî Serketî yê Joyceî’ girt. Guhertoya (varyant) kurt a belgefîlmê ya bi navê “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” (The Thing that Goes Through Everything) jî sala par li Dublîna Îrlandayê ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê Xelata Baştirîn girtibû.
Rêwîtiya festîvalan ya belgefîlmê didome ku dê di demeke nêz de bikeve vîzyonê. “Wergerandina Ulyssesê”, di der barê “Ulysess” a Kurmancîyê de ye ku bi çêkerîya Ozgur Dogan, Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve hate kêşandin û afîşa belgefîlmê jî nivîskarê kurd Şener Ozmen sêwirandiye.
Berhema wêjekarê navdar ê Îrlandayê James Joyceyî ya “Ulysses” ji bo wêjeya cîhanê romaneke gelek girîng e ku ji alîyê wergêr û nivîskarê kurd Kawa Nemir ve ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û di Adara 2023yê de ji Weşanên Avestayê derket li pêşberî wêjehezan. Çapa taybet a “Ulysses”ê jî hate weşandin. Kawa Nemir gelek berhemên xwe weşandine û heta niha berhemên wêjekar û şanonûsê hoste yê cîhanê William Shakespeare jî têde bi hezaran helbestên nivîskarên navdar ên wêjeya cîhanê wergerandine ji bo Kurdîya Kurmancî.
Çêkera fîlman Aylîn Kuryel û nivîskarê sînemayê Firat Yucel, di sala 2019ê de bi hev re belgefîlmê bi navê “Baştan Başa” (Heads and Tails) kişandin ku belgefîlmê wan di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji beşa Pêşbazîya Belgefîlma Neteweyî ya 38emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Xelata Mansîyonê wergirt. Ji sala 2019ê û bi vir de li ser belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” dixebitin.