Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com
“Wergerandina Ulyssesê” wê li Edene û Amsterdamê bê nîşandayîn
Belgefîlmê Aylîn Kuryel û Firat Yucelî yê “Wergerandina Ulyssesê” dê li bernameyên 30emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Guzîka Zêrîn a Edeneyê û li Navenda Hunerên Tevgerdar a Amsterdamê (Holenda) bê nîşandayîn.
Rêwîtîya festîvalên fîlman ya “Wergerandina Ulyssesê” didome. Belgefîlm, dê di 23yê Îlonê de bi beşdarîya Firat Yucel re li Festîvala Fîlman a Guzîka Zêrîn a Edeneyê (Cinema Pink Salon: 6) û di 13ê Cotmehê de bi beşdarîya derhêneran û wergêr-nivîskar Kawa Nemir ve li Navenda Hunerên Tevgerdar a Amsterdamê (MACA) derbikeve li pêşberî temaşevanan.
“Wergerandina Ulyssesê” (Translating Ulysses) ji alîyê nivîskarên sînemayê Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve weke belgefîlmekî dirêj hate kêşandin û li ser pêvajoya wergerandina ‘Ulysess’ê disekine. Berhema wêjekarê navdar ê Îrlandayê James Joyceyî ya “Ulysses” ji bo wêjeya cîhanê romaneke gelek girîng e ku ji alîyê wergêr-nivîskarê kurd Kawa Nemir ve ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û di Adara 2023yê de ji Weşanên Avestayê derket li pêşberî wêjehezan.
Belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” heta niha li 38emîn Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Munchenê, li 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê, li Dublin UNESCOyê, li navenda Sînematekê/Mala Sînemayê ya Şaredarîya Kadikoyê ya Stenbolê, li berhevoka belgefîlman a 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê (Li Qada Festîvalê ya Karaçay-Tomruksuyu, Antakyaya Hatayê), li Nîşandanên Servekirî yên BU(S)Kê ya Zanîngeha Bogazîçîyê derket li pêşberî temaşevanan, ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê li Dublîna Îrlandayê xelata ‘Fîlmê Herî Serketî yê Joyceî’ û ji beşa Pêşbirka Navneteweyî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya UBAyê (Buenos Airesa, Arjantîn) xelata ‘Mansiyona Taybet’ girtin.
Guhertoya (varyant) kurt a belgefîlmê ya bi navê “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” (The Thing that Goes Through Everything) jî sala par li Dublîna Îrlandayê ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê Xelata Baştirîn girtibû. Hate ragihandin ku belgefîlm dê di navbera dîrokê 31ê Gelawêjê-3yê meha Îlonê de li beşa Pêşbirka Neteweyî ya Festîvala Fîlman a St. Moritz Artê (Swîsre) bê nîşandayîn.
“Wergerandina Ulyssesê” bi çêkerîya Ozgur Dogan, Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve hate kêşandin û afîşa belgefîlmê jî nivîskarê kurd Şener Ozmen sêwirandiye.
Berhema wêjekarê navdar ê Îrlandayê James Joyceyî ya “Ulysses” ji bo wêjeya cîhanê romaneke gelek girîng e ku ji alîyê wergêr û nivîskarê kurd Kawa Nemir ve ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û di Adara 2023yê de ji Weşanên Avestayê derket li pêşberî wêjehezan. Çapa taybet a “Ulysses”ê jî hate weşandin. Kawa Nemir gelek berhemên xwe weşandine û heta niha berhemên wêjekar û şanonûsê hoste yê cîhanê William Shakespeare jî têde bi hezaran helbestên nivîskarên navdar ên wêjeya cîhanê wergerandine ji bo Kurdîya Kurmancî.
Çêkera fîlman Aylîn Kuryel û nivîskarê sînemayê Firat Yucel, di sala 2019ê de bi hev re belgefîlmê bi navê “Baştan Başa” (Heads and Tails) kişandin ku belgefîlmê wan di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji beşa Pêşbazîya Belgefîlma Neteweyî ya 38emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Xelata Mansîyonê wergirt. Ji sala 2019ê û bi vir de li ser belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” dixebitin.