“What’s Love Got To Do With It?” dê li Festîvala Fîlman a Torontoyê bê nîşandayîn

Fîlmê çêkerê navdar ê Hindîstanî Shekhar Kapurî yê “What’s Love Got To Do With It?” dê li bernameya 47emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî Torontoyê bê nîşandayîn.

Fîlmê “What’s Love Got To Do With It?” bi cureya romantîk-komedî hatî kişandin û tê de lîstikvanên wekî; Lily James, Emma Thompson, Taj Atwal, Shabana Azmî, Asim Chaudhry, Mim Shaikh, Jeff Mîrza, Iman Boujelouah û Mariam Haque jî cih digirin.

Senaryoya fîlmê “What’s Love Got To Do with It?” ji aliyê Jemime Khan ve hate nivîsîn û fîlm wê promîyera xwe ya cîhanê li Festîvala Fîlman a Torontoyê bike. Fîlm, ji aliyê pargîdanîya Studiocanal ve hate fînanse kirin. Hate ragihandin ku fîlmê “What’s Love Got To Do with It?” wê di dîroka 27ê meha Rêbendana 2023yê de bikeve vîzyonê.

Festîvala Fîlman a Torontoyê îsal di navbera 8-18ê meha Îlonê de derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Çavkanî: Variety

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: