William Friedkin piştî 12 salan bi fîlmê “The Caine Mutiny Court-Martial” derdikeve li pêşberî sînemahezan

Derhênerê navdar ê Amerîkayî William Friedkin piştî 12 salan dê bi fîlmê “The Caine Mutiny Court-Martial” derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê ku herî dawî fîlmê wî yê bi navê “Killer Joe” di sala 2011ê de ketibû vîzyonê.

William Friedkin di 87 saliya xwe de ye û li cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî “The French Connection” (1971), “The Exorcist” (1973), “Sorcerer” (1977) û “To Live and Die in LA” (1985) ve tê naskirin. Derhênerê navdar piştî 12 salan dê bi fîlmê xwe yê bi navê “The Caine Mutiny Court-Martial” re ji nû ve derbikeve li pêşberî sînemahezan. Fîlm wê ji romana wêjekarê navdar û xelatgirê Pulîtzerê Herman Wouk ve ji bo hunera heftemîn bê kişandin.

Hate ragihandin ku fîlmê nû dê bi çêkerîya Annabelle Dunne û Matt Parker ve bê kişandin û tê de Kiefer Sutherland dê weke serlîstikvan cih bigire. Di sala 2023yê de wê dest bi kêşana fîlmê “The Caine Mutiny Court-Martial”ê bikin.

Çavkanî: Deadline

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: