Wim Wenders bû mêvanê rûmetê yê 15emîn Festîvala Lumièreê

Festîvala Lumièreê ji sala 2009ê bi vir de ji alîyê Enstîtuya Lumièreê û Şaredarîya Lyonê ve tê lidarxistin ku îsal cara 15emîn di rojên 14-22yê Cotmehê de li dar ket. Derhêner û wênekêşê navdar Wim Wenders bû mêvanê rûmetê yê festîvalê û ‘Xelata Mezin’ girt.

Di bernameya festîvalê de her sal ji bo pîrozkirina ked û xebatên sînemageran xelata mezin didin derhênereke/î û îsal derhênerê navdar ê sînemayê Wim Wenders “Xelata Mezin” girt. Derhênerê navdar Clint Eastwood, Quentin Tarantino, Jane Fonda û Wong Kar-Wai jî di salên borî de xelata mezin girtibûn. Wes Anderson, Alexander Payne û Terry Gilliam jî beşdarî li bernameya festîvalê bûn, hevpeyvînên sînemayê hatin lidarxistin û ji zêdetirî 400 fîlm derketin li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Wim Wenders bi fîlmên xwe yên “Paris, Texas”, “Wings of Desire”, “Alice in the Cities” û “Buena Vista Social Club” ve tê naskirin, 3 pêşengehên wêneyan amade kirine. Wenders bi fîlmê xwe yê dawî yê “Perfect Days” re îsal li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê xelata ‘Lîstikvanê Herî Serketî’ girt. Nivîskarê navdar û xelatgirê Nobela Edebiyatê Peter Handke, lîstikvana navdar û seroka Enstîtûya Lumièreê Irène Jacob û derhênerê Meksîkayî Alfonso Cuarón beşdarî li merasima xelatdayînê bûn. Wim Wenders axaftineke kir, hest û ramanên xwe yên li ser sînemayê anî ziman. Wenders got, “Ez di jiyana xwe de gelek xelat girtim, lê vê carê cuda ye. Ev, xelata rastîn a sînemayê ye.”

Roja şemîyê fîlmê Auguste û Louis Lumièreî yê “Sortie des Usines Lumière à Lyon” (1895) wekî ku her salê îsal jî li bernameya Festîvala Lumièreê hate nîşandayîn û festîvalê roja yekşemê bi nîşandayîna fîlmê “The Name of The Rose” re bi dawî bû.

Çavkanî: Film Hafızası 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir