“Wonka” di hefteya xwe ya çarem de jî li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn

Fîlmê derhêner Paul Kingî yê “Wonka” sala par ket vîzyonê ku li gorî daneyên dawî yên Box Officeê ya DYAyê di hefteya xwe ya çarem de bi 14 mîlyon dolarî li gîşeya Amerîkayê ji nû ve bû yekemîn, li DYAyê bi tevahî 165 mîlyon dolar qezenc kir û li seranserê cîhanê jî gihîşt 465.8 mîlyon dolarî. “Wonka” bi cureya muzîkî hatiye kêşandin û senaryoya fîlmê Paul King û Simon Farnaby bi hev re nivîsandine.

Di dawîya hefteyê de (05-07ê Rêbendanê) fîlmê “Night Swim” bi 12 mîlyon dolarî bû duyemîn, “Aquaman and the Lost Kingdom” bi 11 mîlyon dolarî li gîşeya DYAyê bû sêyemîn û li cîhanê bi tevahî 100 mîlyon dolar bi dest xist. Fîlmê “Migration” bi 10 mîlyon dolarî di rêzeya çaremîn de û “Anyone But You” bi 9.5 mîlyon dolarî di rêza pêncemin de cihên xwe girtin.*

Pirtûka zarokan a popûler ya wêjekarê navdar Ronald Dahlî ya “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” ji nû ve bû mijara fîlmekî sînemayê. Fîlmê derhêner Paul Kingî yê bi navê “Wonka” li ser çîroka yek ji lehengên pirtûkê yê Willy Wonkayî disekine. Mijara “Wonka”yê nêzîkî 25 sal berîya bûyerên romanê derbas dibe û ciwantîya Wlily Wonkayî tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê, qala hevnasîna Wonka û Oompa-Loompauyan dike. Lîstikvanên wekî Timothée Chamalet (Willy Wonka), Olivia Colman, Hugh Grant, Rowan Atkinson, Sally Hawkins, Paterson Joseph di fîlmê de lîstine. 

Romana nivîskarê navdar Roald Dahlî ya “Charlie and the Chocolate Factory” cara yekem di sala 1964ê de hate weşandin û heta niha bi dehan zimanan hate wergerandin. Berhem, ji alîyê wergêr û nivîskarê kurd Aydin Rengîn ve ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û di meha Pûşbera vê salê de bi navê “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” ji Weşanên Lîsê derket li pêşberî xwîneran. Romana navdar, bi navên “Willy Wonka & the Chocolate Factory” (der: Mel Stuart, 1971) û “Charlie and the Chocolate Factory” (der: Tim Burton, 2005) weke fîlmên sînemayê derket li pêşberî sînemahezan. Lîstikvanê navdar ê sînemayê Johnny Depp di fîlmê “Charlie and the Chocolate Factory”ê de bi rola Wonka re cî girtibû.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir