“Wonka” li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn

Fîlmê derhêner Paul Kingî yê “Wonka” di 15ê mehê de li seranserê dinyayê ket vîzyonê û li gorî daneyên dawî yên Box Officeê ya DYAyê di hefteya xwe ya yekem de bi 39 milyon dolarî li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn. “Wonka” bi cureya muzîkî hatiye kêşandin û senaryoya fîlmê Paul King û Simon Farnaby bi hev re nivîsandine.

Pirtûka zarokan a popûler ya wêjekarê navdar Ronald Dahlî ya “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” ji nû ve bû mijara fîlmekî sînemayê. Fîlmê derhêner Paul Kingî yê bi navê “Wonka” li ser çîroka yek ji lehengên pirtûkê yê Willy Wonkayî disekine. Mijara “Wonka”yê nêzîkî 25 sal berîya bûyerên romanê derbas dibe û ciwantîya Wlily Wonkayî tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê, qala hevnasîna Wonka û Oompa-Loompauyan dike. Lîstikvanên wekî Timothée Chamalet (Willy Wonka), Olivia Colman, Hugh Grant, Rowan Atkinson, Sally Hawkins, Paterson Joseph di fîlmê de lîstine. 

Di dawîya hefteyê de fîlmê “ The Hunger Games: The Ballad of Songbirds and Snakes” bi 5.8 milyon dolarî bû duyemîn û li Amerîkaya Bakurê bi tevavî 145 milyon dolar qezenc kir. Fîlmê nû yê derhênerê navdar Hayao Miyazaki yê “Kimi-tachi wa Dō Ikiru ka” bi 5.2 milyon dolarî li gîşeya DYAyê bû sêyemîn. “Gozilla Minus One” bi 4.9 milyon dolarî di rêzeya çaremîn de û “Trolls Band Together” bi 4 milyon dolarî di rêza pêncemîn de cihên xwe girtin.

Romana nivîskarê navdar Roald Dahlî ya “Charlie and the Chocolate Factory” cara yekem di sala 1964ê de hate weşandin û heta niha bi dehan zimanan hate wergerandin. Berhem, ji alîyê wergêr û nivîskarê kurd Aydin Rengîn ve ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û di meha Pûşbera vê salê de bi navê “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” ji Weşanên Lîsê derket li pêşberî xwîneran. Romana navdar, bi navên “Willy Wonka & the Chocolate Factory” (der: Mel Stuart, 1971) û “Charlie and the Chocolate Factory” (der: Tim Burton, 2005) weke fîlmên sînemayê derket li pêşberî sînemahezan. Lîstikvanê navdar ê sînemayê Johnny Depp di fîlmê “Charlie and the Chocolate Factory”ê de bi rola Wonka re cî girtibû.

Çavkanî: Beyaz Perde

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir