Xelata “Hirça Zêrîn” didin Steven Spielbergî
73yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê di rojên 16-26ê Reşemîya 2023yê de li dar dikeve. Hate ragihandin ku ji bo rêzgirtin û serketîna wî ya di hemû jiyanê de Xelata “Hirça Zêrîn” didin derhênerê hoste Steven Spielbergî û fîlmê wî yê “The Fablemans” jî dê li Berlînê derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Derhêner, senarîst û çêkerê navdar Steven Spielberg heta niha bi tevahî 19 caran ji bo Xelatên Akademîyê weke berendam hate nîşandayîn û sê caran Xelatên Oscarê girtin. Spielberg di jiyana xwe ya sînemayê de gelek xelatên Girovera Zêrîn û Emmyê jî wergirtine û wî ji aliyê Berlinale ve fîlmçêkerê herî serkeftî yê hemû deman tê qebûlkirin.
Berhevokeke ji fîlmên Steven Spielbergî hatiye amadekirin û dê li bernameya Festîvala Fîlman a Berlînê bêne nîşandayîn. Dîroka xelatdayînê hêj nehate eşkerekirin.
Çavkanî: Variety
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com