Xelata “Legend Of Cinema”yê didin derhênerê navdar Martin Scorsese

Fîlmê derhênerê navdar Martin Scorsese yê ‘Killers Of The Flower Moon’ promîyera xwe ya cîhanê li 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê dike û li gorî nûçeya malpera Deadlineyê, Xelata “Efsaneya Sînemayê” (Legend Of Cinema) ya CinemaConê îsal didin Martin Scorsese. Xelata “Efsaneya Sînemayê” dê di 27ê Avrêlê de bi merasimek bê dayîn.

“Killers Of The Flower Moon” ji romana wêjekar David Grannî ji bo hunera heftemîn hate kêşandin û senaryoya fîlmê Eric Roth û Martin Scorsese bi hev re nivîsîne. Çîroka fîlmê di salên 1920ê de li herêma Oklahomayê derbas dibe ku têde lîstikvanên wekî Leonardo DiCaprio, Jesse Plemons, Lily Gladstone, Robert De Niro, Brendan Fraser cih digirin. Fîlm, bi çêkerîya platforma dijital a Appleê hate kêşandin û promîyera xwe ya cîhanê dê di 20ê meha Gulanê de li Festîvala Fîlman a Cannesê bike. Fîlm piştî nîşandana Cannesê wê di 6ê meha Cotmehê de bi hevkarîya Paramount Picturesê li hin sînemayan û di 20ê Cotmehê de jî li DYAyê bikeve vîzyonê.

Sinefesto

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com 

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: