Xelata “Louis-Dellucê” îsal dan fîlmên ‘Saint Omer’ û ‘Pacifiction’
Xelata “Louis-Dellucê” her sal ji aliyê rexnegirên sînemayê ve tê dayîn û fîlmên herî serketî yên Fransiz hildibêjire. Xelata Louis-Dellucê îsal dan fîlmên ‘Saint Omer’ û ‘Pacifiction’.
Çêkerê fîlman, derhêner û rexnegir Gilles Jacob îsal bû serokê jurîyê yê Xelata Louis Dellucê. Xelata “Louis-Dellucê” ya sala 2022yê dan fîlmê Alice Diopê yê ‘Saint Omer’ û fîlmê Albert Serra yê ‘Pacifiction’. Di beşa fîlmê metrajdirêj ê yekem de fîlmê Charlotte Le Bonê yê “Falcon Lake” jî xelat girt.
“Saint Omer” ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê Xelatên Jurîya Mezin û Şêra Dahatûyê û Xelatgirê Jean Vigoyê girtin ku dê di sala 2023ê de ji Frensayê ji bo Xelata Oscarê bikeve pêşbazîyê. Fîlm di 23yê Mijdarê de li Frensayê ket vîzyonê. Derhênera fîlmê Alice Diop piştî derhênerên navdar ên Nicole Védrès, Agnès Varda, Diane Kurys, Christine Pascal, Sandrine Veysset, Noémie Lvovsky û Pascale Ferranê, bû heştemîn derhênera xelatgir a Xelata Louis-Dellucê.
“Saint Omer” qala çîroka jiyana jineke dike ku bi kuştinê hatiye sûcdarkirin û romanûseke ducanî beşdarî li danişîna dadgeha wê dibe. Senaryoya fîlmê jî derhêner Alice Diop bi xwe nivîsîye. “Saint Omer”, li bernameya Festîvala Fîlman a Venedîkê hate nîşandan û Xelata Jurîya Mezin a Şêrê Zîvîn û Xelata Fîlmê Yekem a Luigi De Laurentisê girtin.
Fîlmê derhênerê spanî Albert Serra yê “Pacifiction” sala par li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê eleqeyeke baş dît û di 9ê Mijdarê de li sînemayên Frensayê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Derhênerên navdar ên André Delvaux, Andrzej Wajda, Costa Gavras, Otar Iosselianî û Akî Kaurismäkî fransiz nebûn û wekî Albert Serra xelata Louis-Dellucê girtin.
“Pacifiction” li ser jiyan û serpêhatîya nivîskarekî Polînezyaya Fransayê disekine û senaryoya fîlmê jî derhêner Albert Serra bi xwe nivîsîye.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com