Xelata “Mary Pickford” cara yekem dê ji fîlmê “Atlantique” ve bê dayîn
44’emîn Festivala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê di 5’ê meha îlonê de dest pê dike û di bernameya festivalê de îsal cara yekem Xelata “Mary Pickford” dê ji fîlmê “Atlantique” yê derhêner Matî Diop re bê dayîn. Merasîma xelatê wê di 9’ê Îlonê de li TIFF Tribute Galayê bê lidarxistin.
Fîlmê “Atlantique” ya Matî Diopê cara yekem di 72’yemîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cannesê de hatibû nîşandayîn û ji aliyê sînemahezan ve gelek hate ecibandin.
Li gorî nûçeya Filmloverssê ku ji malpera IndieWireyê hatiye wergerandin, Xelata bi navê “Mary Pickford” cara yekem dê ji fîlmê “Atlantique” re bê dayîn. TIFF Tribute Gala, ji bo piştgirî û alîkariya projeyên nû yên sînemavanên jin û ciwan hatiye avakirin.
Derhênera ciwan Matî Diop, di fîlmê “35 Rhums” ya Claire Denisê de lîstibû û piştî lîstikvaniya xwe dest bi fîlm kişandinê kir û derhêner gelek kurtefîlmên bixelat kişandin.
Yekem fîlmê dirêj ê derhêner Matî Diopê “Atlantique” di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de hatibû nîşandayîn û di festîvalê de cara yekem fîlmê derhênereka jin a Çermreşê hatibû nîşandayîn ku Diop li Cannesê Xelata Mezin a Juriyê wergirtibû. Fîlmê “Atlantique” li Frensayê wê di dîroka 2’yê meha Cotmeha (Kewçer) sala 2019’ê de bikeve vîzyonê.
Di TIFF Tribute Galayê de îsal wê lîstikvanên sînemayê yên Meryl Streep, Joaquîn Phoenîx û çêkerê fîlman Taîka Waîtîtî û Participant Media jî bêne xelatkirin. Bernameya Festîvala Fîlman a Torontoyê dê heta dîroka 15’ê Îlonê bidome.
Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com