“Xelata Rûmetê” didin Béla Tarrî
36emîn Xelatên Fîlman a Ewropayê îsal wê di 9ê meha Berfanbarê de bêne dayîn û ragihandin ku “Xelata Rûmetê ya Lijneya Rêveberîyê û Serokê Akademîyê” didin derhênerê navdar ê macar Béla Tarrî. Xelatê her sal ji bo rêzgirtinê didin sînemageran, derhênerê navdar ên wekî Manoel de Oliveira, Andrzej Wajda û Costa-Gavras jî Xelata Rûmetê girtibûn. Merasima xelatdayînê dê li ser www.europeanfilmawards.eu’yê bê weşandin.
Derhênerê hoste Béla Tarrî di heman demê de serokê rûmetîyê ya Komeleya Çêkerên Fîlman a Macarê dike û endamê Akademîya Huner û Edebiyatê ya Széchenyiyê ye. Tarrî xelatên Kossuthê, Balázs Bélayê û Serketina di Hemû Jiyanê de girtine, bi nîşana Chevalier dans l’Ordre des Arts et Lettres re hatibû xelatkirin û doktoraya rûmetî jî girtibû.
Béla Tarr, li cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Sátántangó”, “A Torinoi Lo” (ligel Ágnes Hranitzky), “Kárhozat”, “The Man from London” ve tê naskirin û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê jî tê de ji gelek festîvalên fîlman xelat girtine.
Çavkanî: Film Hafızası
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com