Xelata Rûmetê ya Akademiyê hate dayîn

Xelata Rûmetê ku ji aliyê Akademiyê ve têne dayîn, hate eşkerekirin û îsal Lina Wertmüller, David Lynch û Wes Studi bûne xwediyê Xelata Rûmetê.

Li gorî nûçeya ku di malpera Kovara Altyazı’yê de cih digire, Xelata Rûmetê ya Akademiyê diyarbûn

Xelatên Rûmetê ya Akademiyê (Governors Awards), ji sala 2009’ê vir ve û ji Merasîma Oscarê cuda têne dayîn. Îsal xelatgirên Xelata Rûmetê weke Lina Wertmüller, David Lynch û Wes Studi hate eşkerekirin.

Yek ji xelatgirên Xelata Rûmetê derhênera Îtalyayê Lina Wertmüller, yekem derhênera jin e ku di Oscarê de, bi fîlmê xwe ya bi navê
“Pasqualino Settebellezze” (1977) re bûye berendama Derhênera Herî Serketî. Di merasîma Xelatê de, Jane Campion û Greta Gervig qala derhênerên jin ên bo Oscara Derhênera Herî Serketîn bûne berendam, kirin. Campion, di axaftina xwe de got; “Hûn çawa dest bi qetûbira serdestiya mêr a sedsalî dikin? û diyar kir, wekî ku Wetmüller’ê û Derhênera 91 salî ye teqdîm kir.

Greta Gervig jî qala dîrokçe yên derhênerên jin ên di oscarê de xelat wergirtine û bûne berendam, kirin û got, dîrokeke gelek kurt e, wekî ku haiku û bal kişand serdestiya mêran a di akademiyê de. Derhêner Lina Wertmüller xelata xwe ji destê Isabella Rossellini re wergirt.

Lîstikvana navdar Geena Davis di merasimê de Xelata Alîkariya Mirovî (Jean Hersholt Humanitarian Award) wergirt û Davis di axaftina xwe de diyar kir ku, di fîlmê xwe ya “Thelma ve Louise”ê (1991) de ferq kiriye ku rolên karekterên jin ên xurt çi qas kêm têne nivîsandin.

Xelatgira din a Xelata Rûmetê Lîstikvana Amerîkayî Wes Studi ye û lîstikvan bi fîlmê xwe ya “Son Mohikan” The Last of the Mohicans, 1992) re tê naskirin. Wes Studi di axaftina xwe de qala koka xwe kir û got di Hollywoodê de, nimanên “binkiyên Amerîkayê” çiqas kêm in.

Xelatgirê din a Xelata Rûmetê David Lynch axaftineke kurt kir û spasî endamên Akademiyê kir. Di merasîma xelatê de bi roniyên spot ve balê dikişandin wekheviya zayendî.

Xelata Rûmetê ya Akademiyê ji sala 2009’ê vir ve têne dayîn û heta niha Xelata Rûmetê derhêner û sînemavanên wekî; Gena Rowlands, Agnès Varda, Jean-Luc Godard, Hayao Miyazaki, Roger Corman, Spike Lee ve Frederick Wiseman wergirtine.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: