Xelata “Serketina di Hemû Jiyanê de” didin Costa-Gavrasî
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Locarnoyê îsal cara 75emîn di navbera 3-13ê meha Gelawêjê de derdikeve li pêşberî sînemahezan û hate ragihandin Xelata “Serketina di Hemû Jiyanê de” didin derhênerê navdar ê Yewnanistanê Costa-Gavrasî.
Merasima xelatan a Festîvala Fîlman a Locarnoyê dê di 11ê Gelawêjê de li Qada Piazza Grandeyê bê li darxistin. Li bernameya festîvalê du fîlmên derhêner Gavrasî yên Un homme de trop û Compartement tueurs jî bêne nîşandayîn.
Derhêner û senarîstê navdar Costa-Gavras yek ji sînemagerên baştirîn ên dîroka sînemayê ye ku li seranserê cîhanê bi gelek fîlmên xwe yên civakî û polîtîk ên wekî; Z (1969), “État de siège (1972), Missing (1972) ve tê naskirin. Gavras li Fransayê dijî û bi fîlmê xwe yê “Z” (1969) re Xelata Oscarê girtibû.
Çavkanî: Variety