Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de didin Deneuve

Lîstikvana fransiz Catherine Deneuve heta niha ji festîvalên wekî San Sebastian, Moskova, Venedîk, Berlîn, Cannesê xelat girtibû. Dîsa wê çend caran Xelata Cesarê girtibû. Ji bilî van, wê ji Festîvala Fîlman a Cannesê (2005), ji Festîvala Fîlman a Stenbolê (2006) Xelata Rûmetê girtibû. Niha jî Festîvala Fîlman a Venedîkê Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de dide wê.

Festîvala Fîlman a Venedîkê îsal 79’emîn car li dar dikeve. Festîval di navbera 31’ê gelawê û 10’ê rezberê li dar dikeve.

Dîrektorê Hunerê yê Festîvalê Alberto Barbera ji bo wê got, “Bênîqaş ew kesek jîrek e.”

Lîstikvan Deneuve di sala 1947’an de hatiye dinê. Heta niha  Luis Buñuel, Francois Truffaut, Manoel De Oliveira, Roman Polanski û Lars von Trier jî di nav de ligel gelek derhênerên sînemayê xebitiye.

Li ser biryara ku dê vê xelatê bidin wê, Deneuve axiviye û gotiye, “Bi fîlmên Luis Bunuel ê bi navê ‘Belle de Jour’ min ji Venedîkê xelata Şêrê Zêrîn girt, ji wê demê ve ye ez vê festîvalê dinasim û jê hez dikim. Tiştek xweş e ku mirov vê xelata bi prestîk ji Festîvala Fîlman a Venedîkê bigire.”

Çavkanî: Diyarname

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: