Xelatên Rûmetê yên Akademiyê hatin dayîn
Xelatên Rûmetê yên ku ji aliyê Akademiyê ve têne dayîn, hatin eşkerekirin û îsal Lina Wertmüller, David Lynch û Wes Stud bûne xwediyên Xelata Rûmetê.
Li gorî nûçeya ku di malpera Kovara Altyazı’yê de cih digire, Xelatên Rûmetê yên Akademiyê diyarbûn.
Xelatên Rûmetê yên Akademiyê (Governors Awards), ji sala 2009’ê vir ve û ji Merasîma Oscarê cuda têne dayîn. Îsal xelatgirên Xelatên Rûmetê weke Lina Wertmüller, David Lynch û Wes Studi hatin eşkerekirin.
Yek ji xelatgirên Xelatên Rûmetê derhênera Îtalyayê Lina Wertmüller, yekem derhênera jin e ku di Oscarê de, bi fîlmê xwe ya bi navê Pasqualino Settebellezze” (1977) re bûye berendama “Derhênera Herî Serketî”. Di merasîma Xelatê de, Jane Campion û Greta Gervig qala derhênerên jin ên bo Oscara Derhênera Herî Serketîn bûne berendam, kirin. Campion, di axaftina xwe de got; “Hûn çawa dest bi qetûbira serdestiya mêran ya sedsalî dikin? Wekî ku Wetmüllerê.”
Greta Gervig jî qala dîrokçe ya derhênerên jin a di Oscarê de xelat girtine û bûne berendam, kirin û di derbarê dîrokçeya derhênerên jin de axaft û got “Dîrokeke gelek kurt e, wekî ku haiku” û bal kişand li serdestiya mêran a di akademiyê de. Derhêner Lina Wertmüller xelata xwe ji destên Isabella Rosselliniyê girt.
Lîstikvana navdar Geena Davis di merasimê de Xelata Alîkariya Mirovî (Jean Hersholt Humanitarian Award) girt û Davis di axaftina xwe de diyar kir ku, di fîlmê xwe yê “Thelma ve Louise”ê (1991) de ferq kiriye ku rolên karekterên jin ên xurt çi qas kêm têne nivîsandin.
Xelatgira din a Xelata Rûmetê lîstikvana Amerîkayî Wes Studi ye û lîstikvan bi fîlmê xwe yê “Son Mohikan” The Last of the Mohicans, 1992) re tê naskirin. Wes Studi di axaftina xwe de qala koka xwe kir û got di Hollywoodê de, nimanên “Xwecihîyên Amerîkayê” çiqas kêm in.
Xelatgirê din ê Xelata Rûmetê David Lynch axaftineke kurt kir û spasî endamên Akademiyê kir. Di merasîma xelatê de bi roniyên spot ve bal kişandin li ser wekheviya zayendî.
Xelata Rûmetê ya Akademiyê ji sala 2009’ê vir ve tê dayîn û heta niha Xelata Rûmetê dane li derhêner û sînemavanên wekî Gena Rowlands, Agnès Varda, Jean-Luc Godard, Hayao Miyazaki, Roger Corman, Spike Lee û Frederick Wisemanî.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com