Xelatên 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî diyar bûn
Xelatên 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî bi dengên temaşevanan diyar bûn.
1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî ji aliyê sinemayakurdi.net û Tor Fîlmê ve di navbera dîrokên 10ê Rêbandanê û 10 Reşemiyê de bi dirûşmê “Fîlmekî yek deqe li ser zimanê Kurdî çêke” û weke online hate li darxistin. 47 kurtefîlmên 1 deqeyî serî li bernameya festîvalê dabûn û ji van fîlman jî 16 kurtefîlmên 1 deqîqeyî hatibûn hilbijartin.
Xelatên festîvalê bi dengên temaşevanan îro diyar bûn. Di encama dengdayînê de 4 kurtefîlmên yek deqîqeyî hatin xelatkirin, 500 Euro dan li çar kurtefîlmên yek deqîqeyî.
Xelatên 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî:
1. Êdî Bêyî Tirs / Derhêner: Ridvan Diharo
2. QWX / Derhêner: Nurullah Akcan
3. Hişê Zarok / Derhêner: Firat Yavuz
4. Li Malê / Derhêner: Xelîl Akgul
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com