Xelatên 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê diyar bûn

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îsal cara sêyemîn di navbera 12-19ê Cotmehê de hate lidarxistin û xelatên festîvalê diyar bûn. Bernameya festîvalê li salona Illusionê destpê kir ku salona sînemayê ya Fona Fîlman a Dewletê ya Yekîtiya Sovyetan e û ji sala 1966ê bi vir de gelek fîlmên Sovyetê û cîhanê li vê salona nûjen a nîşandayînê derketine li pêşberî sînemahezan. Fîlmê derhêner û şanoger Bîlal Korkûtî yê “Bîraxane” xelata ‘Fîlmê Metrajdirêj ê Herî Serketî’, fîlmê derhêner Lutfu Îrdemî yê “Pîrebok” ‘Xelata Taybet a Jurîyê’ û kurtefîlmê derhêner Ramazan Kiliçî yê “Serpêhatiyên Neqewimî” xelata ‘Kurtefîlmê Herî Serketî’ girtin.

Hemû Xelatên 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê

Fîlmê Metrajdirêj ê Herî Serketî: “Bîraxane” / Derhêner: Bîlal Korkût

Xelata Taybet a Jurîyê:  “Pîrebok” / der: Lutfu Îrdem*

Kurtefîlmê Herî Serketî: “Serpêhatiyên Neqewimî” / der: Ramazan Kiliç

Belgefîlmê Herî Serketî: “Bîr” / der: Veysî Altay

Xelata For Contribution to Kurdish Cinema* û Xelata Jurîyê*: “Tembûr” / der: Farîd Elhamî

Kurtebelgefîlmê Herî Serketî: “Çiya-Vegotina Jinê” / der: Rêbwar Mahmudpour

Xelata Mansîyona Taybet a Jurîyê: “The Last 5 Minutes” / der: Shahram Maslahî

(Hat nû kirin)

Bernameya 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê 7 rojan bi nîşandayîna fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlmên bi Kurdî û bi hevpeyvîn, panêl û çalakîyên din ên sînemayê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Ji bo agahî û bernameya festîvalê: Moscowkff 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d