Xelatên 42yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê hatin eşkerekirin

42yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera rojên 7-18ê Avrêlê de hate lidarxistin û xelatên festîvalê diyar bûn. Fîlmê metrajdirêj ê derhêner-senarîsta kurd Ayşe Polatê yê bi navê “Im Toten Winkel” xelatên ‘Fîlmê Herî Serketî’ û ‘Senaryoya Herî Serketi’ jî têde di 4 beşan de, kurtefîlmê derhêner-lîstikvanê kurd Aram Dildarî yê “Navnîşan” xelata ‘Kurtefîlmê Herî Serketî’ girtin. Derhênerê tirk Belmîn Soylemez bi fîlmê xwe yê “Ayna Ayna” re xelata ‘Derhênera Herî Serketî’ girt. Kurtefîlmê derhêner û akademîsyenê kurd Yilmaz Ozdîlî yê “Aforoz” û belgefîlmê derhênera kurd Helîn Çelîkê yê “Anqa” li beşên pêşbazî yên festîvalê hatin nîşandayîn.

Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal cara 42yemîn hate lidarxistin ku her sal fîlmên balkêş, klasîk, û xelatgirtî yên sînemayê tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê. Li festîvalê îsal di 14 beşan de 134 fîlmên metrajdirêj û 29 kurtefîlm ên 160 derhênerên ji 84 welatên cîhanê hatin nîşandayîn. Ji bilî nîşandana fîlman; hevpeyvîn, sempozyûm û çalakîyên din ên sînemayê jî ji bo sînemahezan têne amadekirin. Ji bo Xelatên Rûmetê yên Sînemayê îsal navên lîstikvanên sînemayê Kayhan Yildizolu û Nevra Serezlî hatin eşkerekirin.

Şeva xelatdayînê ya Festîvala Fîlman a Stenbolê bi pêşkêşvanîya rêveberê festîvalê Kerem Ayanî li dar ket û xelatên festîvalê bi merasimek hatin dayîn. Ayşe Polat di şeva merasimê de axaftineke kir û got: “Min îlhama xwe ji Dayikên Şemîyê girt, lewma ez xelatê diyarî wan dikim. Hêvî dikim ku rojên pir xweş dê di demeke nêzîk de werin.”

Fikret Ceyhan bi fîlmê “Cam Perde”, ‘Xelata Taybet a Jurîyê ya Onat Kutlarê’ girt û di axaftina xwe de got “Ez xelata xwe ji bo hemwelatîyên ku li erdhejên Mereşê jiyanên xwe ji dest dane digirim û hêvî dikim ku berpirsiyar bên cezakirin. Ceyhan axaftina xwe wiha domand, “Ez di dema erdhejê de li wir bûm, ez ji bîr nakim, ji kerema xwe re hûn jî ji bîr nekin.” Pevxistiner Serhat Mutlu bi fîlmê “Im Toten Winkel” ji festîvalê xelata ‘Pevxistina Herî Serketî’ girt û xelata xwe diyarî Navenda Fîlman Mîthat Alamê ya Zanîngeha Bogazîçîyê kir ku sala berê hatibû girtin.

Xelatên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê:

Xelata Fîlmê Herî Serketî (Helaleya Zêrîn): Im Toten Winkel/Kör Noktada – Ayşe Polat

Xelata Derhênera Herî Serketî: Belmîn Soylemez – Ayna Ayna

Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî: Aram Dildar – Navnîşan

Xelata Neteweyî ya FIPRESCIyê: Im Toten Winkel/Kör Noktada-Ayşe Polat

Xelata Fîlmê Yekem ê Herî Serketî yê Seyfi Teomanê: Bars – Orçun Koksal

Xelata Muzîka Resen a Herî Serketî: Kazuya Nagaya, Sound Walk Collective – Iguana Tokyo

Xelata Pevxistina Herî Serketî: Im Toten Winkel/Kör Noktada – Serhat Mutlu

Xelata Derhênera/ê Hunerê ya/ê Herî Serketî: Meral Efe Yurtseven, Yunus Emre Yurtseven – Iguana Tokyo

Xelata Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Bîr Tutam Karanfîl- Bariş Aygen

Senayoya Herî Serketî: Kör Noktada – Ayşe Polat

Lîstikvana Herî Serketî: Ayna Ayna – Manolya Maya, Şenay Aydın, Laçin Ceylan

Lîstikvanê Herî Serketî: Cam Perde – Alper Çankaya

Xelata Belgefîlmê Herî Serketî: Boşlukta BOŞLUKTA – Somnur Vardar

Xelata Mansîyonê: Sankî Her Şey Bîraz Felaket – Umut Subaşı

Xelata Taybet a Jurîyê ya Onat Kutlarê: Cam Perde – Fîkret Reyhan

Xelata Helaleya Zêrîn a Navneteweyî: World War III – Houman Seyedî

Xelata FIPRESCIyê ya Navneteweyî: Next Sohee – July Jung

Xelata Mansîyonê ya Herî Serketî: Atlantic Bar – Fanny Molins

Xelata Taybet a Jurîyê ya Navneteweyî: Pamfir – Dmytro Sukholytkyy-Sobchuk

Xelata Hosteyê Ciwan: Safe Place – Jury Lerotic

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir