Xelatên 4’emîn Festîvala Filman a Silêmaniyê hate eşkere kirin
Festîvala Filman a Navneteweyî ya Silêmaniyê car 4’emîn di navbera dîrokên 1-7’ê meha Cotmehê de hate li darxistin û xelatên festîvalê diyar bûn. Di bernameya Festîvala Fîlman a Silêmaniyê de fîlmê “Castle of Dreams” yê Reza Mîrkarîmî xelata Derhêrnerê Herî Serketî û Emîn Alper bi fîlmê xwe yê nû “Xwişk” re xelata Fîlmê Herî Serketî wergirtin.
Festîvala Fîlman a Silêmaniyê cara çarem li bajarê Silêmanîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê di hefteya yekem a meha Cotmehê de bi dirûşmê ‘Werin Em bi Hev Re Jîngehê Biparêzin” hate li darxistin. Di çarçoveya bernameya Festîvalê de ji 79 welatan 134 fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm hatin nîşandayîn û fîlmên festîvalê Xelata “Guzika Zêr” jî têde ne, di 8 beşan de hatin xelatkirin û festîval bi nîşandayîna fîlmê “Xuşkîtîya Çekan ya Jinan” dê dest pê kir. Îsal di bernameya Festîvala Fîlman a Silêmaniyê de Emîn Alper bi fîlmê xwe yê nû “Xwişk” re xelata Fîlmê Herî Serketî, Reza Mîrkarîmî bi fîlmê xwe yê “Castle of Dreams” re xelata Derhêrnerê Herî Serketî, Selîm Yildiz bi belgefîlmê xwe yê “Dialogue” re xelata Belgefîlmê Herî Serketî, lîstikvan Cemre Ebuziyya bi fîlmê “Xwişk” re xelata Lîstikvana Herî Serketî û lîstikvan Victor Zhusti bi fîlmê “The Delegation” re xelata Lîstikvanê Herî Serketî girtin.
Dana Omer, dîrektorê Festîvalê di şeva xelatan de axaftineke kir û got, “Hir çi dibe bila bibe, em ê nehêlin ev festîval bikeve destê derdorekê û em ê hewl bidin ku vê festîvalê bi rengekî azad û serbixwe pêk bînin.” (Çavkanî: Bianet Kurdî)
Bernameya Festîvalê bi konsera hunermendê kurd Haniyê re bi dawî bû.
Xelatên 4’emîn Festîvala Filman a Silêmaniyê
Xelata Juriyê ya Nû: “Rhino” / Derhêner: Pûran Mohammad
Xelata Anîmasyona Herî Baş: “Dream In The Depth” (Derhêner – Reza Mohammadî
Xelata Taybet a Juriyan a Kurtefilman – Netewî : “Road” Derhêner – Khaibar Rafeeq
Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî: -Netewî: “Once Upon a Time In Kurdistan” / Derhêner: Zhino Hadî
Xelata Taybet a Juriyê ya Kurtefîlman a Navneteweyî – Navnetewî: “Asmina” / Derhêner: Dekel Berenson
Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî: “Unlike Today” / Derhêner – Astrid Menzel
Xelata Belgefîlmê Herî Serketî: “Terra” / Derhêner – Julian Kushnarinko
Xelata Belgefîlmê Herî Serketî: – Netewî: “Dialogue” / Derhêner: Selîm Yildiz
Xelata Fîlmê Herî Serketî: “Kız Kardeşler” (Derhêner – Emîn Alper)
Derhêrnerê Herî Serketî: Reza Mîrkarîmî “Castle of Dreams)
Senaryoya Herî Serketî: Bong Joon-Ho û Han Jin won “Parasite”
Lîstikvana Herî Serketî : Cemre Ebûzziya “Xwişk”
Lîstikvanê Herî Serketî: Victor Zhusti “The Delegation”
Derhênerê Dîman ê Herî Serketî: Jacek Podgórski “The Mute”
Xelata Taybet a Juriyê: “Screwdriver” / Derhêner: Bassam Jarbawi
Wêneyan: Bianet Kurdî
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com