Xelatên 50emîn Festîvala Fîlman a Norwecê diyar bûn

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Norwecê ji sala 1973yê û bi vir de tê lidarxistin û îsal di navbera dîrokên 20-26ê Gelawêjê derket li pêşberî sînemahezan. Xelatên festîvalê bi merasîmek hatin eşkerekirin.

Li Festîvala Fîlman a Norwecê îsal fîlmê Erik Poppe yê “The Emigrants” Xelata Andreassê (xelata herî girîng) girt. Fîlm, ji romana Vilhelm Mobergî ji bo sînemayê hatiye kişandin, qala jiyanên Swêdîyên ku ji bo dahatûyeke baştir çûne li Amerîkayê dike û li ser pirsgirêkên penaberan disekine. “The Emigrants” bi çêkerîya Norwec, Swêd, Zelandeya Nû û Denmarkê ve hatiye kişandin ku tê de Sofia Helin, Díana Bermudez û Gustaf Skarsgård weke serlîstikvan cih girtine.

Fîlmê Lukas Dhont yê bi navê “Close” ji festîvalê Xelata Rexnegiran girt û bi çêkerîya Belçîka, Holenda û Frensayê ve hatiye kişandin. Fîlm, çîroka dostanîya du zarokan tîne li ber perdeya sînemayê ku ji Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Mezin girtibû.

Norveç Film Festivali - Jüri Özel Ödüllü War Sailor

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Norwecê bi nîşandayîna fîlmê Gunnar yê “War Salior” ve destpêkiribû. “War Salior” li bernameya festîvalê Xelata Taybet a Temeşavanan wergirt ku behsa çîroka du deryavanê dike û li dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn derbas dibe. Hate ragihandin ku fîlm dê promîyera xwe ya cîhanê li Festîvala Fîlman a Torontoyê bike.

Fîlmê “The Love Pill” ku ji aliyê Elmira Arıkan û Naures Sager ve hatiye nivîsandin, Xelata Projeya Herî Serketî ya festîvalê girt. Fîlm, qala jiyanên du mirovên ereb û queer dike û pirsgirêkên wan ên ku rûbirû dimînin nîşan dide.

Li festîvalê, fîlmê Kore-eda Hirokazu yê “Broker” Xelata Ray of Sunshine girt ku ji Festîvala Fîlman a Cannesê Xelatên Juriya Ekumenîk û Lîstikvanê Baştirîn û li Festîvala Fîlman a Munichê Xelata Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî girtine.

Bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Norwecê bi nîşandayîna fîlmê Richard Hobert yê “Love Proof” re bi dawî bû.

Çavkanî: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: