Xelatên 75emîn Festîvala Fîlman a Cannesê hatin eşkerekirin
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê îsal 75’emîn car di dîrokên 17 û 28ê Gulanê de li bajarê Cannesê ya Frensayê hate li darxistin. Xelatên festîvalê diyar bûn û bi merasîmek hatin dayîn.
Li Cannesê îsal 21 fîlm ji bo Palmiyeya Zêrîn (Xelata Mezin) ketin pêşbaziyê. Fîlmên ku di beşên Nêrîneke Cuda, Derveyî Pêşbaziyê, Nîşandanên Nîvê Şevê, Cannes Promiyerê û Nîşandanên Taybet ên festîvalê de cih digirin jî derketin li pêşberî sînehezan.
Xelatên Festîvala Fîlman a Cannesê ji aliyê Virginie Efira ve hatin eşkerekirin. Li Cannesê, fîlmê “Triangle of Sadness” yê Ruben Östlundî xelata Palmîyeya Zêrîn girt û Chan Wook Park jî bi fîlmê xwe yê “Decision to Leave” re bû derhênerê herî serketî. Xelata duyemîn a festîvalê ya ‘Grand Prix’ê jî ji bo du fîlmên “Close” (Lukas Dhont) û “Stars at Noon” (Claire Denis) hate dayîn.
Li bernameya Cannesê, Tarik Saleh bi fîlmê xwe yê “Boy from Heaven” re xelata Senaryoya Baştirîn û fîlmê “War Pony”ê ku ji aliyê Gina Gammell û Riley Keough ve hatiye kişandin xelata Fîlmê Yekem ê Baştirîn girtin. Xelatên Lîstikvanên Baştirîn jî dan ji bo Zar Amir Ebrahîmî (Holy Spider) û Song Kang Hoyî (Broker).
Serokê juriya 75emîn Festîvala Fîlman a Cannesê îsal weke Vincent Lindon hatibû hilbijartin û endamên juriyê jî Asghar Farhadî, Rebecca Hall, Ladj Ly, Jeff Nichols, Deepika Padukone, Noomi Rapace, Joachim Trier, Jasmine Trinca bûn.
Xelatên 75emîn Festîvala Fîlman a Cannesê:
Fîlmê Baştirîn – Xelata Palmîyeya Zêrîn: Triangle of Sadness (Ruben Östlund)
Grand Prix: Close (Lukas Dhont) û Stars at Noon (Claire Denis)
Xelata Juriyê: Le Otto Montagne (Felix van Groeningen, Charlotte Vandermeersch) û EO (Jerzy Skolimowski)
Derhênerê Baştirîn: Chan Wook Park (Decision to Leave)
Xelata Salvegera 75emîn: Jean-Pierre & Luc Dardenne (Tori et Lokita)
Senaryoya Baştirîn: Boy from Heaven (Tarik Saleh)
Lîstikvana Baştirîn: Zar Amir Ebrahîmî (Holy Spider)
Lîstikvanê Baştirîn: Song Kang Ho (Broker)
Fîlmê Yekem ê Baştirîn: War Pony (Riley Keough, Gina Gammell)
Xelata Fîlmê Yekem ê Baştirîn-Mansiyon: Plan 75 (Hayakawa Chie)
Kurtefîlmê Baştirîn: The Water Murmurs (Jianying Chen)
Xelata Kurtefîlmê Baştirîn-Mansiyon: Lori (Abinash Bikram Shah)
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com