Xelatên 75emîn Festîvala Fîlman a Edinburghê diyar bûn

75emîn Festîvala Fîlman a Edinburghê îsal di rojên 12-20ê Gelawêjê de hate li darxistin û xelatên bernameyê diyar bûn. Li festîvalê fîlmê “A Cat Called Dom” Xelata Fîlmê Herî Serketî (Xelata Powell ve Pressburger) û fîlmê Hassan Nazer ê “Winners” jî Xelata Temaşevan a Edinburgê girtin. Festîval ji sala 1947ê û bi vir de li Îskoçyayê tê lidarxistin.

Li Festîvala Fîlman a Edinburghê îsal Gaylene Gould bû seroka juriyê, çêker Rosie Crerar û nivîskar Sarah Winman bûn endamên juriyê.

“A Cat Called Dom” ji aliyê derhênerên Îskoçyayê Will Anderson û Ainslie Henderson ve hate kişandin ku di heman demê de yekem fîlmê wan e. Fîlm, qala çîroka Anderson û dayika wê ya bi nexweşîya kansêrê dikeve, dike. Will Anderson û Ainslie Henderson di fîlmê de weke serlîstikvan jî cih girtin.

Fîlmê derhênerê Îranî Hassan Nazer yê “Winners” çîroka zarokên ku ji bo piştgirîya malbatên xwe dixebitîn tîne li ber perdeya sînemayê û di herêmeke xizan de derbas dibe. “Winners” behsa jiyana Yehyayî 9 salî dike, di fîlmê de wî rojek peykerekî Oscarê dibîne û bi vî peykerê derdikeve rêwîtiyeke biserhatî.

Li Festîvalê, Yu Sun bi kurtefîlmê xwe yê bi navê Stay” re Xelata Norman McLaren a Kurteanîmasyona Îngiliz û Karla Crome jî bi kurtefîlmê xwe yê “Canvas 5” re Xelata Norman McLaren a Kurtefîlman a Îngiliz wergirtin.

75. Edinburgh Film Festivali winners

Festîvala Fîlman a Edinburghê sala par ji ber şert û mercên pandemîya koronayê weke online hatibû lidarxistin. Îsal ji festîvalê 91 fîlmê nû rûbirû derketin li pêşberî temaşevanên sînemayê. Hate ragihandin ku bernameya festîvalê di sala 2023yê de dê di navbera 18-26ê Gelawêjê de bê lidarxistin.

Çavkanî: Deadline 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: