Xelatên 76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê hatin eşkerekirin
76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê di navbera 16-27ê Gulanê de li dar ket û xelatên festîvalê hatin eşkerekirin. Fîlmê Justine Trietê yê “Anatomy of a Fall” xelata ‘Palmiyeya Zêrîn’, lîstikvan Merve Dizdar bi fîlmê “Kuru Otlar Ustune” xelata ‘Lîstikvana Herî Serketî’, Jonathan Glazer bi fîlmê “The Zone of Intenest” re ‘Xelata Mezin’ û Tran Anh Hung bi fîlmê “The Pot-au-Feu” xelata ‘Derhênerê Herî Serketî’ girtin
Derhênerê nazdar Nuri Bilge Ceylan bi fîlmê xwe yê bi navê “Kuru Otlar Ustune” beşdarî li bernemaya festîvalê bû û lîstikvan Merve Dizdar di fîlmê de bi rola mamosteyeke cî girt. Dizdar ji festîvalê xelata “Lîstikvana Herî Serketî” girt.
Merve Dizdar di dema xelatgirtinê de axivî û got, “Rola min lîst Nural jineke ku ji bo hebûna xwe têdikoşe û li ser vê rêya têkoşînê berdêlan dide. Min dixwest ji bo wê binasim û fêm bikim gelek bixebitim, lê mixabin li erdnîgariya ku ez dijîm mirov ji bûyînê ve bi çîroka Nuray û Nurayan dizane.”
Dizdar diyar kir ku ew vê xelatê diyarî Nuray û jinên têdikoşin dikim û got, “Ez diyarî yên ku li ser vê rêya têkoşînê her tiştî digirin ber çavan, diyarî hemû xwişkên xwe ku çi dibe bila bibe dest ji hêviyê bernadin û diyarî hemû rihên têkoşîner ku li Tirkiyeyê li benda rojên xweş in dikim.”(Diyarname)
Xelatên 76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê:
Xelata Palmiyeya Zêrîn: Justine Triet (Anatomy of a Fall)
Xelata Mezin a Festîvalê: The Zone of Intenest (derhêner: Jonathan Glazer)
Xelata Derhênerê Herî Serketî: Tran Anh Hung (The Pot-au-Feu)
Xelata Lîstikvana Herî Serketî: Merve Dizdar (Kuru Otlar Ustune)
Xelata Lîstikvanê Herî Serketî: Koji Yakusho (Perfect Days)
Senaryoya Herî Serketî: Kore-eda Hirokazu (Kaibutsu)
Kameraya Herî Serketî: Pham Thien An (Inside the Yellow Cocoon Shell)
Xelata Taybet a Juriyê: Fallen Leaves (Der: Aki Kaurismaki)
Kurtefîlmê Herî Serketî: 27 (der: Flora Anna Buda)
Xelatên Beşa Nêrîneke Diyar ên Cannesê
Xelata Fîlmê Herî Serketî: How to Have Sex (der: Molly Manning Walker)
Derhênera Herî Serketî: Asmae El Moudir (The Mother of All Lies)
Xelata Jurîye: “Hounds” (der: Kamal Lazraq)
Xelata Metrajdirêj a Yekem a Herî Serketî/Dengê Nû: Omen (Balojî)
Xelata Azadî: Goodbye Julia (der: Mohamed Kordofanî)