Xelatên Akademiyê rêzîkên nû û demborî eşkere kirin

Nûçe-Nivîs: Rûmet Med

Ji ber vîrusa coronayê gelek festîvalên fîlman hatin taloqkirin an jî vê salê dê weke online bêne li darxistin. Her wiha 20 festîvalên fîlman ên navneteweyî biryarek girtibûn dê bi hev re festîvalê li dar bixin. Xelatên Akademiyê jî rêzîkên nû û demborî eşkere kirin.

Ji ber şert û mercên vîrusa coronayê, wekî gelek festîval û çalakî, Xelatên Akademîyê (Oscar) jî ji bo salekê hin rêzîkên xelatên xwe guhêrtine û li gorî vê, fîlmên ku dê di cihên dîjîtal de hatine çêkirin jî bêne qebûl kirin.

Li gorî nûçeya ku di malpera kovara sînemayê “Altyazı” de cih digire, Lijneya Kargêrîyê ya Akademiyê eşkerekirin ku ji bo 93’emîn Xelatên Akademiyê, ji bo salakê fîlmên ku dê di cihên dîjîtal de hatine çêkirin jî di beşa “Fîlmê Baştirîn” de bêne qebûlkirin. Di Xelatên Oscarê de îsal beşên Miksaja Dengê û Pevxistina Dengê jî hatine bi yek kirin û bûye Dengê Baştirîn.

Li gorî rêzîka Akademiyê, ji bo berendam nîşandanê divê fîlm li sînemayeke bazirganî ya Los Angelesê herî kêm 7 rojan û di rojê sê seansan li vîzyonê bimîne. Lê ji ber vîrusa coronayê li seranserê cîhanê ji dîroka 16’ê Adarê bi vir de, salonên sînemayê hatin girtin û kişandina fîlm û rêzefîlman hate rawestandin. Li gorî vê guhêrîna Akademiyê, fîlmên ku dê di platformên dîjîtal de hatine weşandin jî, tenê ji bo salekê bo Xelatên Akademiyê bêne qebûlkirin. Piştî ku vekirina salonên sînemayê û li dû dîroka ragihandina fermî ya Akademiyê, vê rewşa demborî dê bi dawî bibe û dê rêzîkên standart bidome. Piştî vê dîrokê digel bajarê Los Angelesê, fîlmên ku li bajarên New York, Bay Area, Chicago, Florida, Miami, Atlanta û Georgiayê jî ketine vîzyonê, dê bo beşa peşbirkê bêne qebûl kirin. Her wiha fîlmên ku bo festîvalên fîlman hatine qebûl kirin, lê festîvalên van hatine taloqkirin û weke online derdikevine li pêşberî sînemahezan, van fîlman jî dikarin li Xelatên Akademiyê bikevin pêşbaziyê.

Bo beşa Fîlmê Baştirîn yê Navneteweyî jî rêzikeke nû hatiye diyarkirin û li gorî vê, endamên Akademiyê bi şerta temaşekirina hejmareke diyarkirî yên fîlman, di derbarê fîlmên berdendam de dikarin bibin xwedî gotinê.

Di sala 2020’ê de Akademîyê di heman demê de dê xatirê jê formata DVD’yê bixwaze û ji 2021’ê pê ve, fîlmên ku bi formata DVD re hatine amadekirin neyên qebûl kirin û dê bi tenê parvekirinên dîjîtal bêne qebûl kirin.

Bo lîsteya rêzîkên 93’emîn Xelatên Akademiyê:

20 festîvalên fîlman ên navneteweyî biryarek girtibûn û dê bi hev re festîvaleke bi navê “We Are One: A Global Film Festival” li dar bixin.

Va ye navên 20 festîvalan:
Festîvala Fîlmên Anîmasyonê ya Navneteweyî ya Annecyê, Festîvala Fîlman a Berlînê, Festîvala Fîlman BFI ya Londonê, Festîvala Fîlman a Cannesê, Festîvala Fîlman a Guadalajarayê, Xelatên ve Festîvalên Fîlman a Makaoyê, (IFFAM), Festîvala Fîlman a Qudsê, Festîvala Fîlman a Mumbaiyê (MAMI), Festîvala Fîlman a Karlovy Varyê, Festîvala Fîlman a Locarnoyê, Festîvala Fîlman a Marakeşê, Festîvala Fîlman a New Yorkê, Festîvala Fîlman a San Sebastianê, Festîvala Fîlman a Saraybosnayê, Festîvala Fîlman a Sundanceê, Festîvala Fîlman a Sydneyê, Festîvala Fîlman a Tokyoyê, Festîvala Fîlman a Torontoyê, Festîvala Fîlman a Tribecayê û Festîvala Fîlman a Venedîkê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: