Xelatên BAFTA’yê diyar bûn
Xelatên BAFTAyê her sal ji aliyê Akademîya Hunerên Televîzyon û Sînemayê ya Brîtanyayê (BAFTA) ji bo berhemên biserketî yên televîzyonê têne dayîn û îsal rêzefîlmên “Chernobyl” û “The End of The F***Ing World” bûn rêzefîlmên herî serketî.
Li gorî nûçeya malpera Diyarname.com’ê Xelatên BAFTA’yê hate eşkere kirin û merasîma bernameyê jî ji ber şewba koronayê di dîroka 31’ê meha Tîrmehê de weke online li dar ket. Îsal rêzefîlmên “Chernobyl” û The End of The F***Ing World” bûn rêzefîlmên herî serketî.
Lîsteya Xelatên BAFTA’yê:
Beşa Drama:
Rêzefîlmê Herî Serketî: The End Of The F***Ing World
Lîstikvana Herî Serketî: Glenda Jackson (Elizabeth is Missing)
Lîstikvanê Herî Serketî: Jared Harris (Chernobyl)
Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Naomi Ackie (The End of the F***ing World)
Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Will Sharpe (Giri/Haji)
Senaryoya Herî Serketî: Jesse Amstrong (Succession)
Beşa Komedî:
Rêzefîlmê Herî Serketî: Stath Lets Flats
Lîstikvana Herî Serketî: Sian Clifford (Fleabag)
Lîstikvanê Herî Serketî: Jamie Demetriou (Stath Lets Flats)
Kurterêzefîlm:
Kurterêzefîlmê Herî Serketî: Chernobyl
Rêzefîlmê Navneteweyî:
Rêzefîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî: When They See Us
Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com