Xelatên BAFTA’yê hat belavkirin
73’yemîn Xelatên Akademiya Hunerên Fîlm û Televîzyonê ya Brîtanyayê (BAFTA) di 3’yê meha Reşemiyê de li Londonê hat li darxistin û fîlmê “1917” bû fîlmê herî serketî.
Li gorî nûçeya ku di malpera Diyarname.com’ê de cih digire, Akademiya Hunerên Fîlm û Televîzyonê ya Brîtanyayê cara 73’yemîn li Londonê bi merasîmek hatin belavkirin û di bernameya BAFTA’yê de fîlmê “1917” yê Sam Mendes, ku qala çîrokeke ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hatiye qewimîn dike, bû fîlmê herî serketî û derhênerê navdar ê Koreya Başûrê Bong Joon-ho bi fîlmê xwe yê bi navê “Parasite” re xelata Derhênerê Herî Serketî girt.
Piştî berendamên BAFTA’yê, ji ber “yek tîpî” hatibûkirin, bi hashtaga #BAFTAsSoWhite mijar ketibû rojevê. Ev mijar di merasima xelatdayînê de jî hate rojêvê. Serokê BAFTA’yê Prens William jî di merasima xelatdayînê de bal kişand li ser girîngiya pirrengiyê. Lîstikvan Joaquin Phoeniks ku bi rola “Joker” xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt, wiha axivî: “Ez nebawerim tu kes eleqeyeke taybet dixwaze. Mirov tenê dixwazin bi karên xwe re bêne nasîn û teqdîrkirin û hurmet ji bo karên wan bê nîşandayîn. Ez jî parçeyeke meseleyê me.” (Diyarname)
Xelatên “BAFTA”yê ji sala 1947’ê bi vir de ji aliyê endustriya fîlman a Îngilistanê têne dayîn û her sal herî serketî yên sînema û televîzyonê hilbijêre.
Va ye 73’emîn Xelatên Akademiya Hunerên Fîlm û Televîzyonê ya Brîtanyayê:
Fîlmê Herî Serketî: “1917”
Fîlmê Brîtanya yê Herî Serketî: “1917”
Fîlmê Yekem ê Herî Serketî- Brîtanya: “Bait”
Derhênerê Herî Serketî: Bong Joon-ho / “Parasite”
Lîstikvana Herî Serketî: Renée Zellweger / “Judy”
Lîstikvanê Herî Serketî: Joaquin Phoenix / “Joker”
Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Laura Dern / “Marriage Story”
Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Brad Pitt / “Once Upon a Time… in Hollywood”
Fîlmê bi Zimanê Biyanî yê Herî Serketî: / “Parasite”
Belgefîlmê Herî Serketî: For Sama
Anîmasyonê Herî Serketî: Klaus
Senaryoya Resen a Herî Serketî: Bong Joon-ho, Han Jin Won / “Parasite”
Senaryoya Lêanînê ya Herî Serketî: Taika Waititi / “Jojo Rabbit”
Muzîkê Fîlm ê Herî Serketî: Hildur Gudnadóttir / “Joker”
Hilbijêra Lîstikvanan a Herî Serketî: Shayna Markowitz / “Joker”
Vesazkirina Herî Serketî: Andrew Buckland, Michael McCusker / “Ford V Ferrari”
Derhênerê Dîmênê yê Herî Serketî: Roger Deakins / “1917”
Vesazkirina Produksiyonê ya Herî Serketî: Dennis Gassner, Lee Sandales / “1917”
Kincên (Kostum) Herî Serketî: Jacqueline Durran / “Little Women”
Por û Makyaja Herî Serketî: The Young Victoria
Stêrka Salê ya Dibiriqe: Michael Ward
Berhemê Brîtanya Kurtefîlmê Herî Serketî: Carol Dysinger, Elena Andreicheva Learning to Skateboard in a Warzone / “If You’re a Girl”
Çavkanî: www.Diyarname.com, www.bafta.org
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com