Xelatên Belgefîlman ên Bijartinên Rexnegiran hate eşkerekirin
4’emîn Xelatên Belgefîlman ên Bijartinên Rexnegiran hate eşkerekirin û îsal “Apollo 11” xelata Belgefîlmê Herî Serketî jî têde, di çar beşan de xelatan girtin.
Li gorî nûçeya di malpera Gazete Karınca’yê de cih digire, Xelatên Belgefîlman ên Bijartinên Rexnegiran diyar bûn û îsal belgefîlmê “Apollo 11” xelata Belgefîlmê Herî Serketî jî têde, di çar beşan de xelatan girtin.
Xelatên Belgefîlman ên Bijartinên Rexnegiran bi rayên Yekîtiya Rojnamevanên Televîzyonê û Rexnegirên Fîlman a Amerikî ve têne dayîn û xelatgirên 2019’ê hate eşkerekirin. Îsal belgefîlmê “Apollo 11” ku li bernameya Festîvala Fîlman a Sundancê de hatibû nîşandan, xelata Belgefîlmê Herî Serketî û dernênerê navdar Frederick Wiseman ku bi belgefîlmên xwe yên wekî; “Titicut Follies”, “Ex Libris: The New York Public Library”, “At Berkeley” ve tê naskirin, Xelata “Serketina Di Hemû Jiyanê” girtin.
Derhênerên belgefîlmê “American Factory”ê Steven Bognar, Julia Reichert û derhênerê belgefîlmê bi navê “They Shall Not Grow Old” ku qala Şerê Cîhanê ya Yekemîn re dike, xelata Derhênera/ê Herî Serketî wergirtin.
Lîsteya 4’emîn Xelatên Belgefîlman ên Bijartinên Rexnegiran:
Belgefîlmê Herî Serketî: Apollo 11
Derhênera/ê Herî Serketî: Steven Bognar ve Julia Reichert – American Factory / Peter Jackson – They Shall Not Grow Old
Sînematografiya Herî Serketî: John Chester – The Biggest Little Farm
Pevxistina Herî Serketî: Todd Douglas Miller – Apollo 11
Muzîka Herî Serketî: Matt Morton – Apollo 11
Vebêjê Herî Serketî: Western Stars – Bruce Springsteen (anlatıcı)
Belgefîlma Yekem a Herî Serketî: Tamara Kotevska ve Ljubomir Stefanov – Honeyland
Belgefîlma Arşîvî ya Herî Serketî: Apollo 11
Belgefîlma Jînenîgariyê ya Herî Serketî: Toni Morrison: The Pieces I Am
Belgefîlma Muzîkê ya Herî Serketî: Linda Ronstadt: The Sound of My Voice
Belgefîlma Polîtîkê ya Herî Serketî: American Factory
Belgefîlma Zanist/Xweza ya Herî Serketî: Apollo 11
Belgefîlma Werzişê ya Herî Serketî: Maiden
Belgefîlma Afiriner ya Herî Serketî: They Shall Not Grow Old
Belgefîlma Kurt ya Herî Serketî: Period. End of Sentence. – Rayka Zehtabchi
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com