Xelatên Black Entertainment Television (BET) hatin dayîn
Xelatên Black Entertainment Television (BET) her sal ji bo çermreşên ku di qadên muzîk, sînema û werzîşê de dixebitîn têne dayîn. Xelatên BETê îsal li Microsoft Theatreya Los Angelesê bi merasîmeke diyar bûn.
Xelatên BETê bi pêşkeşvanîya Taraji P. Hensonê hatin eşkerekirin, di şeva merasîmê de muzîkvan Silk Sonic sê xelat girtin û produktorê navdar Sean Combs jî Xelata “Serketina di Hemû Jiyanê de” wergirt. Di şeva merasîmê de gelek hunermend rexneyên xwe yên di derbarê biryara sînordarkirina kurtajê ya li hin Parêzgehên Amerîkayê de, anîn zîmên.
Xelatên Black Entertainment Televisionê ji sala 2001ê û bi vir de ji aliyê Televîzyona Black Entertainment ve têne lidarxistin û her sal ji bo hunermend, lîstikvan û muzîkvanên emerîkanê ji efrîayî yên biserketî di gelek beşan de xelat didin. Televîzyona Black Entertainmentê di sala 1980ê de ji aliyê Robert L. Johnson ve hate avakirin.
Xelatên Black Entertainment Television (BET):
Stranbêja Popê ya Baştirîn (R&B)
Jazmine Sullivan
Stranbêjê Popê yê Baştirîn (R&B)
The Weeknd
Koma Baştirîn
Silk Sonic (Bruno Mars ve Anderson .Paak)
Hevkarîya Baştirîn
Wizkid feat. Justin Bieber & Tems – “Essence”
Stranbêja Hip-Hopê ya Baştirîn
Megan Thee Stallion
Stranbêjê Hip-Hopê yê Baştirîn
Kendrick Lamar
Klîba Salê
Silk Sonic (Bruno Mars & Anderson .Paak) – “Smokin Out The Window”
Derhênerê Klîbê yê Baştirîn
Anderson .Paak
Stranbêja Baştirîn
Latto
Albûma Salê
Silk Sonic (Bruno Mars & Anderson .Paak) – “An Evening with Silk Sonic”
Xelata BET HERê
Mary J. Blige – “Good Morning Gorgeous”
Hunermenda Navneteweyî ya Baştirîn
Tems (Nîjerya)
Fîlmê Baştirîn
“King Richard”
Lîstikvana Baştirîn
Zendaya – “Euphoria” / “Spider-Man: No Way Home”
Lîstikvanê Baştirîn
Will Smith – “King Richard”
Xelata Stêrkên Ciwan
Marsai Martin
Werzîşkara Salê
Naomi Osaka
Werzîşkara Salê
Stephen Curry
Çavkanî: Gazete Duvar
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayasebixwe.com