Xelatên Emmy yên Navneteweyî hatin dayîn

Akademiya Zanist ûi Hunerê ya Televîzyonê ya Navneteweyî berhemên serketî yên ku li derveyî DYA’yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) hatine sazkirin hildibijêre û xelatê dide wan. Bi kurtahî wekî Xelatên Emmy yên Navneteweyî têne nasîn. Îsal jî ew hatin xelatkirin û xelatên Emmy hatin belavkirin. 

Merasima xelatdayîna berhemên 2022’yan li Hilton Midtown Hotel a li New Yorkê lidar ket. Ji 23 welatan, di 15 beşan de 60 berhem di nav nirxandinê de cih girtin. Lê ji ber şerê Rusya û Ûkraynayê bernameyên Rusyayê nexistin nava nirxandin û xelatdayînê.

Serok û CEO’yê Akademiyê Bruce Paisner di şevê de axivî û got, “Îsal 50’emîn car ev li dar dikeve. Tiştê ku îsal me kêfxweş dike di qada navneteweyî de hejmara welatên di asta bilind de berheman saz dike û xelatên Emmy qezenc kirine ye.”

Va ne ew xelatên hatine belavkirin:

– Beşa Bernameya Hunerî ya Serketî: Belgefîlmê “Freddie Mercury: The Final Act” (Derhêner James Rogan, Îngilistan)

– Lîstikvana Herî Serketî: Lîstikvana fransiz Lou de Laage bi rola di ”Le Bal des Folles” (The Mad Women’s Ball) de.

– Lîstikvanê Herî Serketî: Lîstikvanê Skoçyayî Dougray Scott bi rola di rêzefîlmê “Irvine Welsh’s Crime” de

– Xelata Komedî ya Serketî: Rêzefîlmê ”Sex Education” (Îngilistan)

– Xelata Drama ya Serketî: Rêzefîlmê “Vigil” (Îngilistan)

– Belgefîlmê Herî Serketî: “Les Damnés de la Guerre” (Iraq’s Lost Generation) / Derhêner Anne Poiret (Fransa)

– Belgefîlmê Sporê yê Serketî: “Queen Of Speed” / Derhêner Barbie MacLaurin (Îngilistan)

Çavkanî: Diyarname

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir