Xelatên Festîvala Fîlman a Busanê diyar bûn
27emîn Festîvala Fîlman a Navnateweyî ya Busanê li Koreya Başur di 5-14ê Cotmehê de derket li pêşberî sînemahezan ku derhêner Hadi Mohaghegh bi fîlmê xwe yê “Scent of Wind” û Yalkin Tuychiev bi fîlmê xwe yê “Alteration” ve ji festîvalê Xelata Kim Jiseokê (Xelata Mezin) girtin.
Festîvala Fîlman a Busanê îsal Xelatên Festîvalê diyar bûn û fîlmên “Scent of Wind” û “Alteration” Xelata Mezin a festîvalê girtin.
Fîlmê “Scent of Wind” bi lîstikvanên amator û bi şêweya nû-rastîbîn ve li hawirên rastîn hatiye kişandin ku li ser hesta qenciyê disekine. Çîroka fîlmê li gundekî dûrî ji navenda bajêr derbas dibe û jiyana bavekî astengdar û kurê wî yê ketandî tîne li ber perdeya sînemayê. Bav bi komkirina giyaderman debara malam xwe dike ku rojek ceyrana mala wan diçe û elektrîkvanekî ji bo çêkirina elektrîkê tê li gundê.
“Alteration” qala çîroka leşkerekî Sovyetan yê Ozbekistanî dike û di dema hilweşandina Yekîtiya Sovyetan de diqewime.
Bernameya festîvalê sala par ji ber koronayê weke online derket li pêşberî temaşevanan û îsal rû bi rû hate li darxistin. Li festîvalê bi tevahî ji 71 welatên dinyayê 242 fîlm hate nîşandan û di heman demê de 88 fîlm promîyerên xwe yên cîhanê li Busanê kirin.
Xelatên 27emîn Festîvala Fîlman a Busanê
Xelata Rêbazên Nû
A Wild Roomer (Koreya Başur) / Derhêner: Lee Jeong-hong
Shivamma (Hindîstan) / Derhêner: Jaishankar Aryar
Xelata Kim Jiseokê
Scent Of Wind (Îran) / Derhêner: Hadi Mohaghegh
Alteration (Ozbekistan) / Derhêner: Yalkin Tuychiev
Xelata Menenat a BIFFê
A Table For Two (Koreya Başur) / Derhêner: Kim Boram
The Football Aficionado (Îran) / Derhêner: Sharmin Mojtahedzadeh, Paliz Khoshdel
Mansîyona Taybet
Dear Mother, I Meant to Write about Death (Çîn) / Derhêner: Chen Siyi
Other Life (S Kor) / Derhêner: Roh Dohyeon
Xelata Sonjeyê
Southern Afternoon (Çîn) / Derhêner: Lan Tian
I’m Here (Koreya Başur) / Derhêner: Jeong Eunuk
Lîstikvanên Salê Yılın Oyuncuları
Kim Youngsung, Big Sleep (Koreya Başur)
Kim Geumsoon, Star Of Ulsan (Koreya Başûr)
Xelata Temeşavanan ya Rêbazên Nû ya KByê
The Winter Within (Hindîstan-Fransa-Katar) / Derhêner: Aamir Bashir
Xelata Temaşevanan a Dahatûyê
Riceboy Sleeps (Keneda) / Derhêner: Anthony Shim
Xelata FIPRESCIyê
Thousand and One Nights (Japonya) / Derhêner: Kubota Nao
Xelata NETPACê Ödülü
A Wild Roomer (Koreya Başur) / Derhêner: Lee Jeong-hong
Xelata DGK MEGABOXê
Big Sleep (Koreya Başur) / Derhêner: Kim Taehoon
Star of Ulsan (Koreya Başur) / Derhêner: Jung Kihyuk
Xelata CGVyê
Greenhouse (Koreya Başur) / Derhêner: Lee Sol-hui
Xelata Fîlmê Serbixwe yê KBSyê
A Wild Roomer (Koreya Başur) / Derhêner: Lee Jeong-hong
Xelata CGKyê
Hail to Hell (Koreya Başur) / Derhênerê Dîmenê: Jung Grim
Xelata byê ya Rexnegiran
A Wild Roomer (Koreya Başur) / Derhêner: Lee Jeong-hong
Xelata Temaşevanan
Peafowl (Koreya Başur) / Derhêner: Byun Sung-bin
Greenhouse (Koreya Başur) / Derhêner: LEE Sol-hui
Xelata Kurtefîlman a Temaşevan
Other Life (Koreya Başur) / Derhêner: Roh Dohyeon
Xelata Aurora Mediayê
Greenhouse (Koreya Başur) / Derhêner: Lee Sol-hui
Big Sleep (Koreya Başur) / Derhêner: Kim Taehoon
Xelata Rexnegirên Temaşevan
Birth (Koreya Başur) / Derhêner: Yoo Ji-young
Xelata Sînemahezên Busanê
While We Watched (Brîtanya) / Derhêner: Vinay Shukla
Xelata Choon-yunê
Baek Jaeho (Çêker, Koreya Başur)
Çavkanî: Screendaily
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com