Xelatên Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn diyar bûn

Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn bi merasimeke polîtîk bi dawî bû. Yên ji bo girtina xelatê derketin ser dikê qala Gezî”yê, Zanîngeha Bogazîçî, Dayikên Şemiyê jî kirin û silav şandin têkoşîna azadiya jinan a li Îranê jî. Di şevê de fîlmê Ozcan Alper “Kurak Gunler” bi Xelata Fîlmê Herî Serketî Porteqala Zêrîn girt. Derhêner Emin Alper  jî bi fîlmê xwe “Kurak Gunler” Xelata Derhênerê Herî serketî jî têde 9 xelat girtin. 

Pêşkêşvaniya merasima xelatdayînê Nefise Karatay û Yekta Kopan kirin. Di şevê de gelek axaftinên polîtîk hatin kirin. Ji wan, Murat Uyurkulak û Ozcan Alperê ku ji bo girtina Xelata Senaryoya Serketî derketin ser dikê, Uyurkulat pêşî axivî û got, “Gelek sipas dikim, bêyî dirêj bikim.. Ji rojan îro şemî ye, ez vê xelatê diyarî Dayikên Şemiyê dikim ku bi salan ji bo gorek bo zarokên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin digerin, dikim.” Alper jî wisa got, “Di serdema vê senaryoya dijwar de ji bo ku ligel min xebitî ez sipasiya Murat Uyurkulak dikim, ji ber ku gelek ked da. Ji bilî vê, ez hêvî dikim ku dê rojên ronî bên û em dê têde senaryoyan binivîsin. Ez welatek hêvî dikim ku dê kes pêdivî pê nebîne ku ji bo zimanê xwe yê zikmakî têkoşînê bide.”

Juriya ku di bin serokatiya Yeşim Ustaoglu de ji  lîstikvan-derhêner Ahmet Mumtaz Taylan, derhêner-senar”ist Azra Deniz Okyay, muzîkar Harun Tekin, helbestvan Haydar Ergulen, lîstikvan Nurgul Yeşilçay û derhênerê dîmenê Ugur İçbak pêk dihat, serketiyên festîvalê eşkere kirin.

Va ne hemû xelatên hatin belavkirin:

– Fîlmê Herî Serketî: Karanlik Gece / Derhêner Ozcan Alper

– Xelata Juriyê ya Taybet a Dr. Avni Tolunay: Ayna Ayna / Derhêner Belmin Soylemez

– Xelata Fîlmê Pêşî ya Behlul Dal: Kar ve Ayi / Derhêner Selcen Ergun

– Derhênerê Herî Serketî: Kurak Gunler / Derhêner Emin Alper kazandı.

– Lîstikvana Herî Serketî: Merve Dizdar (Bi rola di fîlmê Kar ve Ayi de)

– Lîstikvanê Herî Serketî: Selahattin Paşali (Bi rola di Kurak Gunler de) û Cem Yigit (Bi rola di LCV de)

– Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî:  Laçin Ceylan (Bi rola di Ayna Ayna de)

– Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî:  Erol Babaoglu (Bi rola di Kurak Gunler de)

– Xelata Cahide Sonku: Kurak Gunler (Dan Çigdem Mater ku ji ber Doza Gzî girtî ye)

– Senaryo Herî Serketî:: Karanlık Gece / Murat Uyurkulak û Ozcan Alper

– Derênerê Dîmenê yê Herî Serketî:  Christos Karamanis (Kurak Gunler_

– Vesazkirina Herî Serketî: Ozcan Vardar, Eytan İpeker (Kurak Gunler)

– Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî:  Meral Efe Yurtseven û Yunus Emre Yurtseven (Bi fîlmê  Iguana Tokyo)

– Muzîka Herî Serketî: Stefan Will (Kurak Gunler)

FÎLM-YON

– Xelata FÎLM-YON’ê (Komeleya Derhênerên Fîlman) ya Derhêner Herî Serketî: Emin Alper (Kurak Gunler)

SIYAD

– Xelata Siyadê ya Fîlmê Herî Serketî (li ser navê Murat Ozer ku îsal mir hat dayîn):  Kurak Gunler / Derhêner Emin Alper

BELGEFÎLM

– Belgefîlmê Herî Serketî: Kimri Mihri / Derhêner Berna Gençalp

– Ji bo belgefîlm Xelata Taybet a Juriyê: Duet / Derhêner Ekin İlkbag û İdil Akkuş

KURTEFÎLM

– Kurtefîlmê Herî Serketî: Ben Tek Siz Hepiniz / Bariş Kefeli û Nukhet Taneri

– Ji bo kurtefîlm Xelata Taybet a Juriyê:  Cehennem Boş, Tum Şeytanlar Burada / Derhêner Ozgurcan Uzunyaşa

NAVNETEWEYÎ

– Xelata Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî: Ziyaretçi  / Derhêner Martín Boulocq

– Di warê navneteweyî de Derhênerê Herî Serketî:  Damian Kocur (Ekmek ve Tuz)

– Di warê navneteweyî de Lîstikvana Herî Serketî: Marina Fois (Bi rola di Canavarlar)

– Di warê navneteweyî de Lîstikvanê Herî Serketî: Pejman Jamshidi (Bi rola di fîlmê Mahkeme de)

– Di warê navneteweyî de Xelata Taybet a Juriyê: Valeria Evleniyor / Derhêner Michal Vinik.

Çavkanî: Diyarname 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir