Xelatên Festîvala Fîlman a Sûç û Ceza’yê hat eşkerekirin
9’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sûç û Ceza di navbera 22-28’ê meha Mijdarê de hate li darxistin û xelatên festîvalê diyar bûn û fîlmê “Batmadan/Buoyancy” Xelata Fîlmê Herî Serketî wergirt.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sûç û Ceza îsal 9’emîn car e, li Salona Konser a Cemal Reşît Rey’ê bi dirûşmê “Ji bo Hemû Kesan ve Dad” hate li darxistin û xelatên festîvalê bi merasîmek hatin dayîn û di festîvalê de fîlmê “Batmadan/Buoyancy” Xelata Fîlmê Herî Serketî wergirt.
Merasîma Festîvala Fîlman a Sûç û Cezayê bi pêşkêşkeriya Elîf Ozkul re dest pê kir. Di merasîmê de dîrektora festîvalê Bengî Semercî axaftinek kir û got; em ji bo sînemahezan bernemayeke tije amadekirin û diyar kir ku “em bi hêvî re tevdigerînin û her sal hejmara temaşevanên me zêdedir dibin, ev ji me re kelecaneke bêtir da ku em bo sala nû festîvalê li dar bixin û ez spasiya hemû temaşevanan dikin.
Serokê Festîvalê Prof. Dr. Adem Sozuer jî di axaftina xwe de spasî beşdarvanan kir û got; li Tirkiyeyê fîlmên gelek girîng hene û li cîhanê jî sînemavanên gelek girîng hene. Ev festîval eger bi riya sînemayê dadê dike rojev û tevkarî dide bo gihandina dadnasên, biedalet em pê kêfxweş in.
Xelatên 9’emîn Festîvala Fîlman a Sûç û Ceza’yê:
Pêşbirka Metraj Dirêj a Teraziya Zerîn a Navneteweyî,
Xelata Fîlmê Herî Serketî: “Batmadan/Buoyancy”
Xelata Juriya Taybet: Kuçuk Şeyler / Derhêner: Kivanç Sezer
Yek ji serlîstikvanên fîlmê “Kuçuk Şeyler”ê Başak Ozcan, îsal cara yekem sertîfîkaya Teqdîra Juriya Taybet wergirt.
Pêşbirka Projeya Kurtefîlmê ya Teraziya Zêrîn
Xelata Senaryoya Herî Serketî: “Peripetia/Peripeteia” / Merve Gezen
Xelata Juriya Taybet (Kurtefîlm) “İtham/Accusation” – Derhêner: Melîh Bîlîcî
Xelata Temaşevan (Kurtefîlm) “Eksik/Lack” – Derhêner: Volkan Bûdak
Xelata Temaşevan a Haberturkê: “8 Nûmaralî Jurî Uyesî” filmi kazandı.
Xelata Juriya Xwendavan: “Hapishane Müdürü/Sorkhpoust/The Warden”
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com