Xelatên Festîvala Fîlmên Koçê diyar bûn
1’emîn Festîvala Fîlmên Koçê ya Navneteweyî li ser înternetê hat li darxistin û xelatên festîvalê jî diyar bûn. Di festîvalê de belgefîlmê “For Sama” bû fîlmê herî serketî.
Festîvala Fîlmên Koçê ya Navneteweyî (UGFF) îsal cara yekem li Dîlokê hatiba li darxistin û ji ber şewba koronayê hat bi paş ve xistin û li ser înternetê derket li pêşberî sînemahezan. Bernameya festîvalê de derhênerê navdar ê tirk Nûrî Bîlge Ceylan serokê juriyê bû û xelatên festîvalê jî diyar bûn. Belgefîlmê “For Sama” yên Waad Al- Katedab û Edward Wattsî xelata Fîlmê Baştirîn girt. “For Sama” qala jiyanên penabarên Sûriyê dike.
Li festîvalê endamên juriyê îsal Danny Lebern Glover, Bosna Hersekli, Emir Hadzihafizbegovic, Joan Chen, Lone Scherfig, Sandy Powell û Seyyid Şahap Huseynî bûn.
Di bernameya Festîvala Fîlmên Koçê de, fîlmê “Just Like My Son” yê Costanza Quatriglioyî Xelata Senaryoya Balkêş, kurtefîlmê “Kıyının Çocukları” yê Amelia Nanniyê Xelata Kurtefîlmê yê Navneteweyî yê UNICEF’ê girtin.
Her wiha di bernameya festîvalê de, xelata Fîlmê Baştirîn ê Keştî Heman jî fîlmê “Orada” ku ji aliyê Zeynep Koprulu ve hatiye kişandin girt.
Temaşevan dikarin du pêşangehên bi navê “Rêçên Koçê” û “Hesta Koçê” ku di çarçoveya festîvalê de cih digirin, li ser malpera www.migrationff.com’ê ji bo du hefteyî û bêpere temaşe bikin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com