Xelatên Festîvala Kurtefîlman a Dostanî diyar bûn
Xelatên 2’yemin Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Dostanî, li Grand Perayê li Stenbolê bi merasimek hatin dayîn. Di festîvalê de, kurtefîlmên bi kurdî “Pantor” û “Barê Giran” xelat girtin.
Festîvala Kurtefîlman a Dostanî îsal cara 2’yemîn di navbera dîrokên di 13-15’ê meha Berfanbarê de, ji bo bîranîna hozanê navdar Aşik Veyselê hate lidarxistin û xelatên festîvalê diyar bûn. Di bernameya festîvalê de, ji 11 welatan 16 kurtefîlm ketin pêşbaziyê û bi beşdariya derhênerên fîlman hevpeyvîn û çalakiya konseran hate lidarxistin
Juriya Festîvala Fîlman a Dostanî îsal bûn Feyyaz Dûman, Reîs Çelîk, Nima Javid, Vûslat Saraçoglu û Ado Hasanovicî.
Xelatên 2’yemin Festîvala Kurefîlman a Navneteweyî ya Dostanî:
Xelata Yekemînî: “Pantor” / Derhêner: Tahsîn Ozmen
Xelata Rûmetê: Gulsen Tuncer û Mevlût Koçak
Xelata Piştgiriya Teknîkê (Fono Film): “Barê Giran” / Derhêner: Yilmaz Ozdil
Xelata Duyemîntî: “Piece Cemetery 85” / Derhêner: Shahram Maslakhi
Xelata Sêyemintî: “Toprak” / Derhêner: Onur Yagiz
Xelata Dostanî ya Kizilay’ê: “This Side, Other Side!” / Derhêner: Lida Fazli
Xelata Mansiyonê Taybet: Fîlmên: “Angel’s Mirror” (Derhêner: Cheng Chao) û “Cover” (Derhêner: Vahîd Alvandifar)
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com