Xelatên Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Goldenê ya Stenbolê hatin dayîn
Nûçe: Sînemaya Serbixwe
Bernameya 2’yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Goldenê ya Stenbolê di dîroka 18’ê meha mijdarê de li Navenda Çanda Bariş Mançoyê dest pê kir û 4 rojan berdewam kir.
Festîvala Kurtefîlman a Goldenê yek ji festîvalên serbixwe ye ku bernameya festîvalê sala par ji ber rewşa pandemiyê wekî gelek festîvalên fîlman weke online hatibû li darxistin. Lîstikvana kurd Şukran Akti, derhênerê tirk Şukru Ozçevîk û derhênerê Îranî Alî Najafizade bûn endamên juriyê û xelatên 2’yemîn Festîvala Kurtefîlman a Goldenê di 21’ê mijdarê de bi merasimek hatin dayîn.
Xelatên 2’yemîn Festîvala Kurtefîlman a Goldenê ya Stenbolê:
Xelata Tramvaya Zêrîn – Fîlmê Yekemîn ê Baştirîn: “Spaceboy” / Derhêner: Veerle De Wilde
Xelata Tramvaya Zîvîn – Fîlmê Duyemîn ê Baştirîn: “Çerçeve” / Derhêner: Birayên Mert û Berk Sata
Xelata Tramvaya Bronz – Fîlmê Sêyemîn ê Baştirîn: “La Der Des Der” / Derhêner: Patrice Guillain
Xelatên Mansiyonê yên Festîvalê: “Esinti” / Derhêner: Yîgît Ege Yazar, “Wildflowers – The Children of Never” / Derhêner: Ammen Simpson Ogebengbe, “Mahallenin Bazı Kedileri” / Derhêner: Emre Sefer
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com