Xelatên Fîlman a Serbixwe ya Gothamê hatin dayîn

29’emîn Xelatên Fîlman a Serbixwe ya Gothamê di dîroka 2’yê meha Berfanbarê de bi merasîmek hatin dayîn û “Marriage Story” xelata Fîlmê Herî Serketî wergirt.

Xelatên Fîlman a Serbixwe ya Gothamê ku weke xeberdara Xelatên Akademiyê tê dîtin, îsal cara 29ê li Cipriani Wall Street a New York a Amerîkayê hate lidarxistin, fîlm û kesên xelatgir bi merasîmek hatin eşkerekirin. Marriage Story” xelata Fîlmê Herî Serketî jî têde 4 xelat girtin.

Li Xelatên Fîlman a Serbixwe ya Gothamê îsal; ‘Uncut Gems’ û ‘The Last Black Man in San Francisco’ di gelek beşan de bûbûn berendam.

Va ye Lîsteya Xelatên Fîlman a Serbixwe ya Gothamê:

Fîlmê Herî Serketî: Marriage Story

Belgefîlmê Herî Serketî: American Factory

Xelata Bingham Rayê (The Bingham Ray Breakthrough Director Award): Laure De Clermont-Tonnerre – The Mustang

Senaryoya Herî Serketî: Noah Baumbach – Marriage Story

Lîstikvana Herî Serketî: Awkwafina – The Farewell

Lîstikvanê Herî Serketî: Adam Driver – Marriage Story

Best Breakthrough Actor: Taylor Russell – Waves

Breakthrough Series: Long Form (When They See Us)

Breakthrough Series (Short Form): Pen15

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir