Xelatên Fîlmên Serbixwe yên Gothamê hatin dayîn
Xelatên Fîlmên Serbixwe yên Gothamê (Gotham Independent Film Awards) îsal cara 32yemîn hatin dayîn û fîlmê “Everything Everywhere All at Once” Xelata Fîlmê Herî Serketî girt. Fîlm, bi derhênerîya Daniel Kwan, Daniel Scheinert ve hate kêşandin ku di gerdûnên pirhejmar de derbas dibe.
Fîlmê “Tár” Xelata Senaryoya Herî Serketî û “Aftersun” jî Xelata Derhênerê Balkêş girtin. Xelatên Fîlmên Serbixwe yên Gothamê her sal li New Yorka DYAyê tê lidarxistin.
Lîsteya Xelatên Fîlmên Serbixwe yên Gothamê:
Fîlmê Herî Serketî / “Everything Everywhere All at Once”
Belgefîlma Herî Serketî / “All That Breathes”
Fîlmê Herî Serketî yê Navneteweyî / “Happening”
Senaryoya Herî Serketî / Todd Field (Tár)
Performansa Serlîstikvana Herî Serketî / Danielle Deadwyler (Till)
Performansa Alîkarê Lîstikvanê yê Herî Serketî / Ke Huy Quan (Everything Everywhere All at Once)
Lîstikvana Balkêş a Herî Serketî / Gracija Flipovic (Murina)
Derhênerê Balkêş ê Herî Serketî / Charlotte Wells (Aftersun)
Rêzefîlmê Herî Serketî (Yên ku ji zêdetirî 40 deqîqeyan) / Pachinko
Rêzefîlmê Herî Serketî (Yên ku di binî 40 deqîqeyan de ne) / Mo
Rêzefîlmê Nû yê Herî Serketî (Non-Fiction) / We Need to Talk About Cosby
Performansa Lîstikvanîyê ya Herî Serketî (Rêzefîlmê Nû) / Ben Whishaw | This Is Going to Hurt
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com