Xelatên Girovera Zêrîn hat bi paş ve xistin
Ji ber şewba koronayê gelek festîvalên fîlman hatin bi paş ve xistin û an jî li ser înternetê têne li darxistin. Dîroka Xelatên Girovera Zêrîn jî hat bi paş ve xistin ku dê di meha Reşemîya 2021’ê bê li darxistin.
Yek ji xelatên herî girîng ên cîhana televîzyon û fîlman, Xelatên Girovera Zêrîn (Golden Globe) her sal ji bo berhemên herî serketî têne dayîn. Îsal ji ber şewba koronayê wekî gelek festîvalên fîlman hatin bi paş ve xistin. Hat ragihandin ku Xelatên Girovera Zêrîn dê di dîroka 28’ê Reşemîya 2021’ê de bê li darxistin.
Xelatên Akademiyê jî hatibû bi paş ve xistin û hat ragihandin ku Xelatên Oscarê dê di 25’ê meha Avrêla 2021’ê de bêne dayîn.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com